Keskîn: Tecrîda li ser Ocalan polîtîkaya tolhildanê ye 2017-10-08 17:40:31 AMED - Hevserok ÎHD'ê Eren Keskîn tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî "Projeya CIA" pênase kir û got ku "Tecrîda li ser Ocalan polîtîkaya tolhildanê ye." Di çarçoveya kampanyaya "Dê tecrîd winda bike, azadî bi ser keve" di pêşengiya Tevgera Jinên azad (TJA) de ji bo azadiya Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan kampanya hat destpêkirin û li Avahiya DBP'ê ya Amedê panelek hat lidarxistin.   Pamela ku modetoriya wê aktivîsta TJA'yê Fîgen Ektî dikir, Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uusal û aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata tev li bûn. Di panelê de Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê, rêveberên HDP û DBP'ê yên navçe û bajêr, KCD, Wekîla HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp û gelek jin tev li bûn. Di panêlê de derketina Ocalan a ji Sûriyeyê û komploya 9'ê Cotmehê hat nirxandin.   ‘KOMPLO VALA DERKET’   Parêzera Ocalan Newroz Uysal destpêkê axivî û tecrîda li ser Ocalan nirxand û ev tişt got: "Berpirsyariyeke min a dîrokî ya ku ez komployê vebêjim heye û ya ku hûn fêm bikin heye. Hêzên navneteweyî ji bo serweriya xwe li Rojhilata Navîn pêk bînin ev komplo pêk anîn. Ev komplo biratiya gelên tirk û kurdan hedef digirt. Xwestin tevgera kurd muhtacê xwe bikin. Lê pêvajoyên li Rojava û Rojhilata Navîn ev komplo vala derxist." Uysal destnîşan kir ku Ocalan 19 sal e li ber xwe dide û aşkera kir ku dê têkoşîna wan a hiqûqî dewam bike.   ‘TECRÎD PORJEYA CIA'YÊ YE’   Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn jî da zanîn ku komplo û tecrîd planeke CIA'yê ye û wiha axivî: "Ev tecrîda berê li tu derî pêk nehat. Berê dewletê îşkenceyên xwe qebûl nedikir; lê niha vê yekê di çavê civakê re dike û wê li ser medyaya civakî parve dike. Tevgera kurd li parçeyên din rewabûna xwe bi dest xist. Ev tecrîda jî polîtîkayeke tolhildanê ye."   Aktivîsta TJA'yê Ata jî destnîşan kir ku heta Ocalan azad nebe, dê jin azad nebin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gel bi hêzeke mezin xwedî li Ocalan derket. Bi taybetî bi çalakiyên 'Kes nikare roja me tarî bike' berxwedaneke mezin derket holê. Çalakiyên bêhempa derketin pêş. Di serî de Ocalan, têkoşîna gelê kurd komplo vala derxist. Ji ber wê Ocalan nebe dê jin negihêjin azadiya xwe." Ata da zanîn ku bûyerên 6-8'e Cotmehê Ocalan daye rawestandin û ev berxwedan û serhildan jî wekî teqîna civakî şîrove kir.