Parlementera Iraqê ya berê Dîler: Heta qada hewayî li ber Tirkiyeyê neyê girtin em ê bitêkoşin 2022-11-12 09:03:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dîler ku der barê kampanyaya îmzeyan a ji bo sekinandina êrişên Tirkiyeyê de axivî, wiha got: "Armanca me ew e ku em kampanyayê li çar perçeyan bidin destpêkirin. Heta qada hewayî ya Başûrê Kurdistanê li ber Tirkiyeyê neyê girtin, em ê xebatên xwe bidomînin."    Tirkiyeyê di 17'ê Nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe ji hewa û bêjahiyê êrîş dabûn destpêkirin. Tirkiye û PDK ku di êrîşên xwe de heta niha tu encam bi dest nexistine, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir. Di 6 mehan de 2 hezar û 476 caran bi çekên kîmyewî êrîş kiriye. Li gel vê bertekên li dijî êrîşên Tirkiyeyê jî zêde dibin.    Di 25’ê Îlona 2022’yan de komek jin ku ji pêkhateyên cuda yên Iraq û Başûrê Kurdistanê pêkhatî, ji bo êrîşên Tirkiyeyê li ser herêmê bên sekinandin li bajarê Bexdayê bi diruşmeya ‘Rê li balafirên dewleta tirk ku êrişî aramî û ewlehiya herêmê dike û gelê kurd û gelê Iraqê qetil dike bigirin’ banga qedexekirina qada hewayî li Neteweyên Yekbûyî (NY) û hikûmeta Iraqê kiribûn. Di kampanyayê de heta niha 2 mîlyon îmze hatine komkirin. Ji kesên ku kampanyaya navbirî daye destpêkirin jî parlamentera berê ya Iraqê Rêzan Şêx Dîler e. Dîlerê der barê êrîş û kampanyaya îmzeyê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    'BI AWAYEKÎ AŞKERE ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE'   Rêzan Şêx Dîlerê anî ziman ku êdî bikaranîna çekên kîmyewî hatiye piştrastkirin û wiha axivî: "Em baş dizanin ku dewleta tirk bi awayekî aşkere li herêmên Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne. Bikaranîna çekên kimyewî ne qanûnî ye û zirareke gelekî mezin dide herêmê. Li herêmê cihên ku bi taybetî tên bombardimankirin hene. Parlementoya Iraqê biryar girtibû ku hemû hêzên biyanî ji nava Iraqê derkevin. Piştî êrîşa wan a li ser geştiyarên ereb ê li Zaxoyê biryareke taybet hat girtin. Piştî topbaranê bi awayekî fermî komîte di nav parlementoya Iraqê de hat avakirin. Wezîrê Derve yê Iraqê û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di wê rûniştina xwe de êrîşa dewleta tirk şermezar kiribûn û bang li hemû dewletên ereb kiribûn ku bêdeng nemînin."    'NIKARIN TIRKIYEYÊ BIDIN SEKINANDIN'   Rêzan Şêx Dîlerê di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku hêza Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê tune ye ku êrîşên dewleta tirk bidin sekinandin û wiha domand: "Ne hikûmeta Herêma Kurdistanê ne jî partiyên siyasî nikarin êrîşên dewlata tirk bidin sekinandin û ev gelek zelal û berçav e. Ji ber hêza wan nîn e Dewleta Tirkiyeyê bi awayekî rihet êrîş dike. PDK rê nade ku şandeyên tên herêmê biçin lêkolîn bikin. Ev jî biryareke siyasî ye. Pirsgirêka PDK'ê ya bi PKK'ê re bandor dike ku şande neçe li herêmê lêkolînan bike. Kî piştgiriyê bide van êrîşan û van êrîşan qebûl bike û yan jî destê wî di van komkujiyan de hebe ew xiyaneta herî mezin li neteweya xwe û gelê xwe dike."   'LI HER ÇAR PERÇEYAN BIDIN DESTPÊKIRIN'   Şêx Dîlerê bal kişand ser kampanyaya îmzeyan a ji bo sekinandina êrîşên li ser herêmê hatine destpêkirin û got: "Weke jin me hemleyek da destpêkirin û ji bo sekinandina van êrîşan kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Li her deverê Iraqê bi taybetî jî li Bexdayê me kampanya da destpêkirin û li hemberî vê kampanyaya me eleqeyeke mezin heye. Ev îmzeyên ku em kom dikin, em ê bibin parlementoya Ewropayê. Di heman demê de em ê bidin bi NY'yê jî. Ev kampanya ne tenê bi Başûr re, em ê li her çar perçeyan bidin destpêkirin. Ji bo êrîşên Tirkiyeyê li ser axa Kurdistanê bên sekinandin em ê hewleke pir mezin bidin. Armanca me ew e ku Neteweyên Yekbûyî û parlementoya Ewropayê bi awayekî lezgîn van êrîşan bidin sekinandin."    'JI BO QADA ESMANÎ BÊ GIRTIN EM DI NAV HEWLDANAN DE NE'   Rêzan Şêx Dîlerê da zanîn ku heta êrîş tên sekinandin ew ê kampanyaya xwe bidomînîn û di dawiyê de ev tişt bilêvkirin: "Dibe dengê me têr neke, lê bi alîkariya dostên xwe em ê di asta herî bilind de dengê xwe bilind bikin. Çend roj beriya niha parlementer û jinên çalakvan bang li NY'yê kirin ku qada esmanî ya Hewlerê ji Tirkiyeyê re bê girtin. Heta ev daxwazên me pêk neyên û em negihîjin armanca xwe, em ê xebatên xwe bidomînin."