Dayikên Aştiyê jî dê tev li ‘Meşa Mirovahiyê’bibin 2022-11-02 14:49:23   WAN - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ji bo meşa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dê di 6’ê cotmehê de li navçeya Silopyayê were lidarxistin, banga tev li bûnê kirin.    Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê têkildarî “Meşa mirovahiyê ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî” ku dê di 6’ê cotmehê de li navçeya Silopiyaya Şirnexê bê lidarxistin daxuyanî da. Gelek dayik tev li daxuyaniya li baxçeyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê hate kirin, bûn.    BANGA MEŞÊ   Ji Dayikên Aştiyê Rabîa Algor bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha axivî: “Bi çekên kîmyewî êrişî çiyayên me dikin. Em vê qebûl nakin. Zexteke mezin li ser gelê kurd heye. Ez bang li PDK’ê dikim; dest ji vê hevkariyê û polîtîkayên dijminatiya kurdan berde. Em ji bo dengê xwe bilind bikin, her kesekê vedixwînin meşa Silopiyayê.”