Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin 2022-09-27 10:41:43   ÊLIH - Berdevka Maseya Ol û Baweriyan a Herêmê ya HDP’ê Sabahat Acar diyar kir ku desthilat olê weke amûrekê bi kar tînin û bi lêv kir ku AKP’ê bi bikaranîna misilmantiyê li ser tirkbûnê qadeke bandora siyasî ava kiriye.    Çalakiyên şermezarkirinê yên piştî qetilkirina jina kurd Jîna Amînî ya li Îranê dest pê kirin belav dibin. Jin bi gotina “por tune be, guneh jî tune ye” jêkirina porê xwe û şewitandina laçikên xwe didomînin. Jinên ku li dijî mudaxileya jiyana xwe ya di bin navê ol de serhildan dan destpêkirin, bi berdela canê xwe azadiyê diparêzin. Berdevka Maseya Ol û Baweriyan a Herêmê ya HDP’ê Sabahat Acar bi lêv kir ku bi taybetî li dewletên emperyalîst ol ji aliyê rêveberan ve weke “amûr” tê bikaranîn. Acar, anî ziman ku desthilat di bin navê “nirxên olî” de hewl dide gelan biçewisîne û anî ziman ku gelek dewlet di dema pêwîst de serî li vê rêbazê didin.   Acar a qala armanca derketina olan kir û wiha got: “Divê ol xwezayîbûna xwe winda neke. Armanca derketinê ew e ku li dijî zilmê rêyekê deynin ber xwe. Ol ji bo mirovatiyê ji bo aştî û bereketê hene.” Acar, diyar kir ku desthilat olan weke hincet nîşandidin û jinan dikin hedef, pişt re ji bo parastina desthilata xwe hewl didin bandorê li civakan bikin û wiha got: “Li cihê pêwîst bi kar tînin, li cihekî ku pêwîstî pê nebinin jî li gorî xwe bi kar tînin. Ola wan ne ya Muhammed e. Ola wan ne ola Xwedê ye. Ev ol ola dewletan e, ola zilm û zordariyê ye.”   ‘EM JI OLA DEWLETÊ RE DIBÊJIN NA’   Acar, a qala serhildanên gel ên piştî qetilkirina Jîna Amînî ya li Îranê kir, bi lêv kir ku qetilkirina jinan a bi hinceta rêgezên olî nayê qebûlkirin û wiha got: “Qetilkirina mirovekî çi ye? Encax xudê canê mirovan bistîne. Mafê kesekî nîne ji ber xuyakirina porê wê jinekê qetil bike. Ol nabêje ku divê jin bên qetilkirin. Qûran nabêje ‘kesên porê wan xuya dike qetil bikin.’ Ya ku vê bibêje hebe ew jî ola dewletê ye. Em jî ji ola dewletê re dibêjin na. Lê rejîma Îranê li ser navê Xudê cînayetan dike. Em hêvî dikin ku Xwedê dê kesên vê zilmê dikin ceza bike.”   Acar, bal kişand ku li Tirkiyeyê jî pêkanînên weke Îranê hene û diyar kir ku desthilata AKP’ê jinan hedef digire. Acar, bi lêv kir ku AKP hewl dide di her firsendê de bi bikaranîna nirxên olî re desthilata xwe xurt bike û got: “Xelet dikin.”   ‘DI OL DE JI CENAZE RE RÊZ HEYE’   Acar, bi lêv kir ku rêveberên di her firsendê de xwe weke “oldar” didin nasîn her cure zilmê dikin û nêzîkatiyên li dijî cenazeyên mirovên di demên dawî de jiyana xwe ji dest dane jî rexne kir. Acar, destnîşan kir ku di olan de ji cenazeyan re rêz heye û wiha berdewam kir: “Di ol de teqez tiştekî wiha nîne. Di hemû olan de ji cenazeyan re rêz tê girtin. Di dema Resûlûllah de dema cenazeyekê cihûyekî derbas dibû, ji kesên derdorê xwe re gotiye rabin ser piyan. Cenaze li ser piyan pêşwazî kiriye. Lê dema em li îro dinerin, berovajiyê vê yekê ye. Misilman, ermen, cihû ferq nake. Divê ji bo ku mirovan rêz bê girtin lê îşkencekirina cenazeyan xelas nabe.”   ‘MISILMANTIYÊ BIKARTÎNIN’   Acar, bi lêv kir ku îşkence bi cenaze bisînor namîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta diçin gora wî xera dikin. Ev yek di tu olan de nîne. Ola îslamê ya herî pîroz û dawî ye. Yekbûna hemû olan e, tevgera wê ya hevpar e. Di çu olan de divê mudaxileyî cenazeyê netewekê neyê kirin, divê cenaze neyê perçekirin, biçûkxistin. Ev nêzîkatî yek ji gunehên mezin e.”   Acar, anî ziman ku AKP’ê bi bikaranîna misilmantiyê li ser tirkbûnê qadeke bandora siyasî ava kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dixwaze îslamiyeteke li gorî xwe ava bike. Ji bo ku desthilat xwe li ser piyan bihêlin îslamê bi kar tînin, em vê qebûl nakin. Ev hêj nebûne misilman. Heke misilmanbûna hestiyên kurekî di kîs de radestî bavê wî nedikirin. Di ola îslamiyetê ya pêşketî de tu cihê vê nêzîkatiyê nîne. Em van nêzîkatiyan şermezar dikin.    MA / Arjîn Dîlek Oncel - Eylem Akdag