Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin 2022-09-25 16:32:00   ÊLIH - Aktîvîst İnes Moranes Bernandos a ji Urdunê tev li konferansa TJA’yê bû bi diruşmeya “Jin jiyan azadî” dest pê kir. Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê Trisa Lorena Lopez De Lacalle jî wiha got: “TJA tevgereke ku em ji xwe re mînak digirine. Em weke jin qet bêdeng nabin.”   4’emîn Konferansa Jinan ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li Êlihê bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar in û di azadiyê de bi israr in” di roja 2’yemîn de bi axaftinên jinên ji welatên cuda hatine berdewam dike.   Aktîvîst İnes Moranes Bernandos a ji Urdunê beşdarî konferansê bû, bi silavkirina beşdarên konferansê dest bi axaftina xwe kir û bi gotina “Jin jiyan azadî” berdewam kir. Bernandos da xuyakirin ku zext û zordariya li jinên kurd tê kirin encama polîtîkayên dewletê ye û got: “Ev zilm dikare bibe xwedî gelek rê û rêbazên cuda. Pergaleke ku li ser zilm, girtin û kuştinê disekine heye. Vê pergalê jin ji xwe re kiriye hedef. Pergala mêr xwe bi rengekî gelekî cuda nîşan dide. Divê em jin van êrîşan entegre bikin û li dijî wan têbikoşin. Li dijî vê zilmê em dikarin têkoşîna hevpar bimeşînin.”    ‘EM HÊZA XWE JI DÎROKA XWE DIGIRIN’   Dû re Hevseroka Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Sema Yuce, diyar kir ku di pêvajoyeke wisa zor û zehmet de lidarxisitna konferansê girîng e û wiha got: “Konferanseke ku em difikirin wê dengekî bide berxwedêrên li zindanan û Îranê. Em jin hêza xwe ji dîroka xwe digirin. Tevî hêzên faşîst jî têkoşîna xurt a jinan her ku diçe mezin dibe. Îro rejîmên zordar ku li hemû cîhanê êrîşên xwe zêde dikin di aliyê aborî de jî êrîş dikin. Bi yekkirina hêza Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Jinê ya Tirkiyeyê re em ê têkoşîneke xurt bimeşînin. Em bi hev re xurt in.”   ‘TJA TEVGEREKE BERXWEDANÊ YA MÎNAK E’   Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê (EFA) Trisa Lorena Lopez De Lacalle jî wiha axivî: “TJA tevgereke berxwedanê ye ku em ji xwe re mînak digirine. Pratîka wan ji bo me girîng e. Ji ber vê tora berxwedanê ya avakirî em spasiyên xwe jê re dikin. Em bi jinên li Îranê li ber xwe didin re ne. Jin jiyan azadî. Weke jin em her tim li eniya pêş in. Weke jin em ê her tim li pêş bin û tu carî bêdeng nebin. Em dixwazin TJA'yê pîroz bikin.”   ‘JIN WÊ DÎKTATOR BIŞÎNIN’   Ji Tora Parastinê ya Jinan Tûgçe Ozçelîk a da zanîn ku toreke berxwedanê avakirine, diyar kir ku jin wê bi piştevaniyê têkoşînê mezin bikin û wiha got: “Bi hatina cem hev a Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Femînîst dikarin bi hev re faşîzma heyî têk bibin. Em dikarin bi berxwedanê vî dîktatorî bişînin. Em ji bo piştgiriya berxwedana Îranê hatin cemhev. Em ê bi hev re têbikoşin û dîktator bişînin.”   BÊHIQÛQIYA LI ÎMRALIYÊ    Parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal jî bal kişand ser bêhiqûqiya li Îmraliyê û wiha got: “Ocalan 24 sal in bi awayekî bêhiqûqî di bin tecrîdê de tê girtin. Ev demeke dirêj e daxwaza me ya hevdîtinê nayê qebûlkirin. Ev demeke dirêj e em nikarin xwe bigihînin Ocalan. Bi saya berxwedana gel hin hevdîtin hatin kirin. Lê piştre ev bêhiqûqî dewam kir. Herî dawî hevdîtineke 4 deqîqeyan pêk hat. Ji wê rojê ve tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Dewleta ku asteke nû ji tecrîdê re anî hevdîtina bi Ocalan re cezayên dîsîplînê dike hincet. Ocalan li wê derê berxwedaneke mezin dide. Li dijî tecrîda nêzî 24 sal in didome li ber xwe dide. Hiqûqa navnetewî li dijî tecrîdê bêdeng e. Di serî de CPT gelek saziyên navnetewî bêdeng in. Li dijî vê yekê li gelek deverên cîhanê bi milyonan kesên daxwaza azadiya Ocalan dikin li ber xwe didin. Çalakiyan li dar dixin. Ez we hemûyan bi bîr û baweriya ku wê bibe konferanseke ku jin têkoşîna xwe lê mezin bikin û azadiya Ocalan pêk were, silav dikim.”