Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da 2022-09-11 11:04:39   ENQERE - Meclisa Jinan a HDP’ê ku biryar da heta meha kanûnê çalakiyan li dar bixe, wê ji bo xurtkirina tifaq û hevgirtina jinan bi her beşên jinan re bê gelhev.    Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 9’ê îlonê de li Navenda Giştî ya partiya xwe hatin gelhev. Di civînê de geşedanên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, êrîşên li ser destkeftiyên jinan, tundî û komkujiyên li ser jinan, di hilbijartinên pêkan de divê tifaq û hevgirtina jinê çawa were geşkirin hatin nîqaşkirin. Di civîna ku nîqaş hatin kirin de, li ser dê Meclisa Jinan a HDP’ê çawa rêxistinkirina xwe mezin bike, bandorên krîza di aboriyê de ya li ser jiyana jinan, zext û pêkanînên li dijî girtiyên jin ên li girtîgehan, hin rêze pêşniyarnameyên li ser çalakiyên cuda hatin pêşxistin.   NEXŞE RÊ WÊ WERE DIYARKIRIN   Jinên HDP’yî di serdema nû de biryar dan ku li ser çawaniya pêşvebirina yekîtiya rêxistinên jinan ên li ser gelek bingehên hevpar li hev bicivin û têkoşînan bimeşînin, pêvajoyeke nû bidin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de dê nexşeya rê bi nîqaş û danûstandinên bi jinan re were diyarkirin. Jinên HDP’yî wê di çarçoveya bernameyê de bi pêkhateyên partiyê, avaniyên jinan ên di nav partiyên Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin û rêxistinên jinan û jinên femînîst re bên gelhev. Bi taybetî wê danûstandin li ser bê kirin bê wê tifaq û hevgirtina jinê çawa bê xurtkirin. HDP hedef dike ku jinên ku ya nû ava bikin û diyar bikin di siyasetê de berbiçavtir bibin.   HETA MEHA KANÛNÊ WÊ ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN   Di civînê de biryar hat dayîn ku li ser tundî û komkujiyên rê li ber qetilkirina jinan, girtiyên nexweş, tecrîd, xizaniya jinê, pirsgirêkên jinên astengdar û krîza aboriyê heta meha kanûnê rêze çalakî, panel, komxebat û atolye werin lidarxistin. Pêşniyarên ku di civîna Meclisa Jinan de derketin holê, piştî ku li Koordînasyona Jinan bên plankirin wê ji raya giştî re bên ragihandin.