Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne 2022-09-07 09:02:12   WAN - Jinan diyar kir ku êrişa li ser parlamenter Semra Guzelê perpitînên dawî yên AKP-MHP'ê ne û gotin: “Gelek desthilat hatin vî welatî û çûn, lê em man. Ev welat yê me ye, em ê siyasetê bikin."   Bertekên li hemberî girtina Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzelê didomin.    Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiye Kaya destnîşan kir ku di dema binçavkirina Guzelê de "helwesteke bêexlaqî" hatiye nîşandan û got: “Mafê tu kesî tune ku serê parlementera ku vîna gel e bitewîne. Parlementera me niha girtiye, lê ew hê jî parlementera me û vîna me ye. Em dixwazin parlementera me demildest bê berdan."   Kaya anî ziman ku sedema bingehîn a êrişa desthilatê ya li hemberî parlamenterên jin têkoşîna azadiyê ya jinan e û got: "Jin ji bo jiyaneke adil têdikoşin. Lê ev sîstem ji edaletê ditirse. Ji ber vê yekê êriş dike. Ji ber vê yekê bi hezaran mirovên me, parlementerên me niha girtî ne. Dixwazin jin hîn bêtir bên eciqandin. Lê jin wê ji niha û pê ve neyên çewisandin û azad bibin.”   Endama Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Navendî ya HDP'ê Oznûr Hevînê anî ziman ku muameleya xirab a li hemberî Semra Guzelê "îşkence ye" û got,  dîmen bi zanebûnî hatin serwîskirin. Hevînê got: “Em ê li dijî hemû êrişan li qadan bin û li cem Guzelê bin. Ev îradeya me ye û em ê vîna xwe biparêzin."   ‘DIJMINATIYA LI HEMBERÎ JINAN'   Rêvebira Komeleya Jinan a STAR'ê Serap Guvençê diyar kir ku girtina Guzelê êrîşa li dijî vîna jinê ye û got: “Em dizanin ku bingeha van êrişan dijminatiya li hemberî kurdan û jinan e. Di şexsê parlamenter Semrayê de tê xwestin ku vîna hemû jinan teslîm bê girtin, jin bê îtibarkirin û tune bên hesibandin. Bi wê operasyona têgihanî ku tişta xwestin porê wê bikişînin û serê wê bitewînin, di asasê xwe de vîna jinê ye."    ‘PERPITÎNÊN DAWÎ YÊN DESTHILATÊ'   Guvenç diyar kir ku êrişên li hemberî Guzelê perpitînên dawî yên AKP-MHP'ê nîşan didin û got: "Gelek desthilat hatin vî welatî û çûn, lê em man. Ev welat yê me ye, em ê siyasetê bikin û bibin parêzvanên mafên jinan. Tu polîtîkayeke zext û binçavkirinê dê nikaribe me ji têkoşîna me bike. Parlementera me Semra vîna bi milyonan e û ne bi tenê ye. Dewlet ji jinan ditirse; êrişê dibe ser jinên têkoşer û serî natewînin."   TÊKOŞÎN   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcan Kaçmaz Saît jî anî ziman ku di pêvajoyeke wiha de ku çete, tecawizkar û kujerên jinan tên tên parastin, girtina parlementereke ku vîna bi milyonan kesî ye nayê qebûlkirin. Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Mînaz jî got: “Di demên dawî de li dijî tevgera siyasî ya kurd, bi taybetî jî li ser tevgera jinên kurd êrişeke gelekî mezin tê kirin. Li dijî jinên ku di nava tevgera siyasî ya kurd de, bi polîtîkayên dijminatî û ewlekariyê êrişeke giran tê kirin. Em jin tundiya li ser parlamenter Semrayê hatiye kirin, qebûl nakin. Tundiya hatiye kirin derî mirovahiyê ye. Tu ferqa vê êrişê û ya di salên 90'î de li hemberî parlementerên hat kirin tune ye. Mixabin her çend li vî welatî pêvajo biguhere jî feraset heman feraset e. Dixwazin em jinên kurd serî bitewînin, lê em careke din dibêjin, em ê heta dawiyê siyaseta xwe bidomînin.”