Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû 2022-09-06 09:06:30   ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku hewldana "sertewandinê" û pêkanîna kelemçekirina ji paş de ên li hemberî Semra Guzelê hatin kirin, wêneyê rejîma Tirkiyeyê ye.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel di 2’yê Îlonê de li Stenbolê hatibû binçavkirin. Dema ku polîsan Guzelê ji Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê birin Edliyeya Stenbolê destên wê ji paş de kelemçe kiribûn û hewl dabûn "serê wê bitewînin". Guzel, di 3'yê Îlonê de bi îdiaya "endamtiya rêxistin" hatibû girtin.    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran hewldana "sertewandinê" û belavkirina dîmenên wê kêliyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin. Başaran destnîşan kir ku tiştên ku qewimîne ne tesadufî ne û got, hedefgirtina Guzelê û muameleya xerab a li hemberî wê berdewamiya polîtîkaya desthilatê ya ku li hemberû kesên li dijî wê têdikoşin.    Başaran destnîşan kir ku hedefnîşandana Guzelê wiha şîrove kir: "Divê em vê yekê wekî parçeyeka siyaseta ku hewl dide di şexsê jinên kurd de bi têkoşîna azadiyê ya gelê kurd paş de gav bide avêtin." Başaran got: "Em dibînin ku her cara ku Suleyman Soylû devê xwe vedike partiya me, siyaseta kurd û di serî de jî jinan dike hedef. Plana wî ew e ku bi vî awayî bi ser bikeve. A rast hedefgirtina hevala me Semra Guzelê jî parçeyeke vê siyasetm ye."    ‘PÊVAJO BI DEREWAN HAT BIRÊVEBIRIN'   Başaran bibîr xist ku gendelî û têkiliyên çete-mafyayê yên ku desthilat û kadroyên wê di nav wan de ne, her roj derdikevin holê û got: “Dema kesên ku sûc kirine tên lêpirsînkirin, em dibînin ku têkiliya wan bi Wezîrê Karên Navxweyî re heye. Ji bo ser van sûcên xwe û têkiliyên xwe yên bi rêxistinên sûcan re binixumînin, radibin dijminatiya li hemberî kurdan û jinan berbiçav dikin û hewl didin bi vî awayî li ser pêyan bimînin. Pêvajoyên Semra Guzelê jî tam bi vî rengî hatin meşandin. Suleyman Soylû ewil ew hedef nîşan da. Paşê pêvajoyek hat destpêkirin. Binçavkirina wê, awayê serwîskirina binçavkirin awê, zimanê jehrî yê Suleyman Soylû vê pêvajoyê gurtir kirin. Bi derew û manîpulasyonên cur bi cur serwîsî çapemeniyê hat kirin. Gotin perûk xistiye serê xwe, pasaporta sixte pêre bûye... Pêvajo bi van derewan hat birêvebirin."    TÊKOŞÎNEKE MAFDAR   Başaran têkildarî belavkirina dîmenê ku dema polîsan hewl da serê Guzelê bitewînin got: “Li Wanê jî heman tişt anîbûn serê hevaleke me ya jin, di dema binçavkirinê de. Di sala 2016'an de jî dema ku parêzbendî hatibû betakirin hemn dîmen hatibûn serwîskirin. Bi sirara hewl dan serê Guzelê bitewînin. Berbelavkirina wan dîmenan jî ne tesadufî bû. Bi vê xwestin peyamekê bidin kurdan û jinan. Wekî ku 'em sûc dikin' wiha didin der. Yên ku sûc dikin ew in ku her roj wêneyên wan bi rêxistinên sûcan re dertên. Her roj tê weşandin ku bê parlementer, wezîrên AKP'ê û şêwirmendên serokkomar di nava gendeliyeke çawa de ne. Lê ne Semra Gûzelê ne jî hevalên me yên beriya wê serî netewandin. Em têkoşîneke mafdar dimeşînin. Em ji bo azadî û wekheviya jinan, kurdan û kesên kêmendam têdikoşin.”   ‘NIKARIN BI PAŞ DE GAV BIDIN AVÊTIN'   Başaran anî ziman ku AKP û kadroyên wê teqez dê hesabê sûc û bêhiqûqîtiyên dikin bidin û got: "Îro dibe ku Wezîrê Karên Navxweyî bi hêza di dest xwe de û bi pozîsyona xwe gotinên wisa payebilind bike, lê helbet dê kirasê wan ê parêzbendiyê ne heta heta be. Bê guman dê ew pêvajo bên ku yên li bara hiqûqê hesab bidin. Dê ji ber hemû sûcên xwe li bara hiqûqê û civakê hesab bidin. Bi vê rêvebiriya xwe û bêhiqûqîtiyên xwe û polîtîkayên xwe yên lîncê bi gelê kurd û jinên kurd paş de gav nedan avêtin û dê nedin jî."    ‘WÊNEYÊ REJÎMA FAŞÎST BÛ'   Başaran got: "Divê kes vê pêkanînê wekî li hemberî kurdan û HDP'iyan tê kirin nenirxîne. Ev wêneyê rejîmê bû. Maumeleya li hemberî parlementereke hatiye hilbijartin û bi deh hezaran deng girtiye, li ser hemû demokrasiya Tirkiyeyê jî lekeyek reş e. Îtibara meclîsê, vîna gel û azadî hatin binpêkirin. Divê muxalefet vê meseleyê bi vî awayî binirxîne. Ev durûtî li holê ye, kesên di muzakereyan de behsa rûmeta Meclîsê dikin, li hemberî binçavkirina endemeke xwe û îşkencekirin wê bêdeng dimînin. Ev jî wêneyê wan ê durûtiyê ye. Divê hemû beşên civakî xwedî helwbesteke zelal bin li hemberî vê. Ev bêhedî ye. Rizandineke ku bi gotinan nayê vegotin. Divê refleksa hevbeş di asteke bilindtir be."   MA / Berîvan Altan