Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin 2022-09-05 11:14:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ku JINNEWS her meh amade dike, di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin, 18 jin û 3 zarok jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.    Li gorî daneyên ku JINNEWS her meh amade dike, di meha tebaxê de 30 jin di encama tundiya zilaman de 18 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Dîsa di nava vê mehê de 6 zarok hatin qetilkirin, 3 zarok bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu îdia kiribû ku kuştinên jinan her diçe kêm dibin û gotibû ‘ji 30’ê tebaxa sala borî heta niha kuştinên jinan 194 bû û îsal jî 181 e, yanî li gorî heman demê ya sala borî ji sedî 7 kêm bûnek heye.’ Lê hema hema di mehekê de herî kêm 30 jin tên qetilkirin. Li gorî çeteleya tundiyê di 2021’ê de 311 jin hatine qetilkirin. Di 8 mehen ewil yên 2022’an de jî 236 jin hatine qetilkirin.   Vê mehê dîsa di encama polîtîkayên şerê taybet de li Kurdistanê sûcên li hember jinan derketin asta jor. Sûcên êrişa zayendî, tundî, tecawizê yên li herêmê zêde bûn. Jina bi navê Fîrdevs Babat ya 17 salî ji aliyê cerdevan Ahmet Babat ve hat qetilkirin û piştre jî ew avêt çemê Hezîl. Kekê wî jî ji sûcê tecawizê hat girtin.   Li Bahçelîevler ya Stenbolê Beyza Dogan a 15 salî ji aliyê Selîm Tekîn ku tevî biryara parastinê hebû ket malê û qetil kir. Derket holê ku gumanbar çend caran Beyza revandiye û der barê wî de 35 gilî hebûne.   Yek ji nokteyên din yên balê dikşîne ev e ku gumanbar bi rehetî ji Tirkiyeyê derdikevin û li welatan bi salan xwe vedişêrin. Gumanbar Can Emrah S. li Aksarayê şîdet li jina ku pê re zewicandî bû kir û zarokek jî îstîsmar kiribû li Gurcîstanê hat girtin.  Li Dîlokê di 2012’an de gumanbar Abdullah û Mehmet Fatîh Aslan  jê du jin 3 kes qetilkiribûn 10 sal şûnde piştî ketin Tirkiyeyê hatin girtin. Li Îzmîrê mêrê gumanbar yê di 2016’an de tecawizê Sîbel Çelîk kir û qetil kir, reviyabû Almanyayê. Ji aliyê Almanyayê ve bi hinceta ewlehiya canê wî tune ye nehat radestkirin lê bi hinceta tev li sûcê edlî bûye 6 sal şûnd radestê Tirkiyeyê hat kirin. Gumanbar hat girtin.   Li navçeya Mudurnu jina bi navê S.A, li dijî mêrê bi navê A.A yê êrîşa zayendî pêk anîbû parastina cewherî pêk anî û gumanbar birîndar kir. Gumanbar piştî dermankirinê hat binçavkirin.   Di meha tebaxê de 30 jin hatine qetilkirin û 18 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 6 zarok hatine qetilkirin û 3 jî biguman jiyana xwe ji dest dane.   Jin dîsa ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatin qetilkirin. 12 ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 2 jin ji aliyê mêrên dest jê berdabûn, 3 jin ji aliyê mêrên pê re di asta destberdanê de bûn, 3 jin ji aliyê cîranên xwe ve, 2 jin ji aliyê kurê xwe ve, jinek ji aliyê xizmê xwe ve, jinek ji aliyê mêrê pê re dijiya, jinek ji aliyê hezkiriyê xwe ve hat qetilkirin. Gumanbarê 5 jinan jî nehatin tespîtkirin.   Bajarê herî zêde jin lê hatine qetilkirin vê mehê Îzmîr bû. Li Îzmîrê 5 li Konyayê 3 li Stenbolê 2, li Edenê 2, li Aydinê 2, li Çanakkaleyê 2, li Sînopê 1, li Dîlokê jinek, li Tekîrdagê yek, li Balikesîrê yek, li Artvînê yek, li Zonguldakê yek, li Mereşê yek, li Antalyayê yek, li Afyonkarahîsarê yek, li Kîlîsê yek, li Şirnexê du yek, li Enqereyê yek, li Yozgatê jî jinek hat qetilkirin.