Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn 2022-09-03 09:06:00   AMED - Songul Bûlde, ewilî wekî karker li atolyeyên xalîçeçêkirinê xebitî, lê piştî demekê 3 atolye vekirin. Bûlde ku niha tevî 50 jinan karê xwe didomîne, bi tevnên li ser xalîçeyan xêz dike, dîroka bajêr dide nasîn.   Songul Bulde (41) ku li navçeya Rezan a Amedê dijî, ji sala 2011'an vir ve atolyeya xalîçeçêkirinê bi rê ve dibe. Her çend Bûlde di destpêkê de zor û zehmetî kişandibin jî, lê niha tevî 50 jinan karê xwe didomîne.  TEVNA DÎROKÎ YA BAJÊR LI SER XALÎÇEYAN DINEQŞÎNE   Taybetmendiyeke xalîçeyên ku di atolyeyê de bi destê jinan şikil digirin ew e ku tevna dîrokî ya bajêr bi cîhanê dide naskirin. Bûlde ku bi gelemperî ji derve sîparîşan distîne, di heman demê de bi neqşandina fîgur û avahiyên dîrokî yên Amedê, bajêr jî dide nasandin. Bûlde ku 3 atolyeyên xalîçeçêkirinê vekiriye, armanc dike ku 5 atolyeyên din jî veke.   'LI BER XWE DA'   Bûlde diyar kir ku gava zarok bûye xalîçeçêkirin bala wê kişandiye û got, bêyî malbata wê pê bihese bi dizîka çûye atolyeyan û perwerde dîtiye. Bûlde got: “Piştre min li atolyeyê dest bi xebatê kir. Heta sala 2011’an di atolyeyan de xebitîm. Min di mehên dawî yên 2011'an de dest bi karê xwe kir. Piştî ku atolyeya xwe vekir, bi zehmetiyan re rû bi rû mam, lê dest jê berneda. Bi taybetî jî ji ber ku em jin in em rastî gelek zehmetiyan hatin. Li vê taxê yekane karsaza jin ez im."   Bûlde anî ziman ku divê eleqeya ji bo karê xalîçeçêkirinê zêdetir bibe û got: “Em dixwazin tevnên Amedê bi taybetî bidin kesên li derveyî welêt dijîn. Ji bo mirovên me yên ku nikarin bên li vir dîroka Amedê bibînin, em ji bo wan dîrokê li ser xalîçeyan neqş dikin."   KRÎZA ABORÎ BANDOR LI WAN JÎ KIR   Bûlde diyar kir ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê bandoreke neyînî li karê wan kiriye, lê dîsa jî li ser pêyan maye û got: “Krîza aborî pir bandor li karê me kir. Berê li Licê atolyeya me hebû, lê ji ber van pêvajoyan em neçar man çend caran bigrin û vekin. Paşê di dema qedexeyên derketina derve de em neçar man ku bi temamî bigirin. Em kîloya hevrişimê bi 110 dolaran dikirin. Maliyeta xalîçeyê bi zor lêçûnên xwe derdixe. Lê em hewl didin ku bi jinan re li ber xwe bidin. Em jin li hemberî hemû zehmetiyan li ber xwe didin."