Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin 2022-09-01 16:10:25 ÊLIH - Jinan pankarta ku wêneyê Aysel Tûglûk a tevî nexweşiya wê pêş ve diçe jî nayê berdan li ser, bi Pira Malabadî ve daliqandin.     Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pankarta ku wêneyê Aysel Tûglûk a nexweşa demansê û li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Ewlehiya Bilind a Kandirayê tê ragirtin li ser, bi Pira Malabadî ya di navbera navçeya Farqîna Amedê û Êlihê de ve daliqandin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca û gelek aktivîstên TJA’yê beşdarî çalakiyê bûn.    Jinan piştî ku posterê “Bila Aysel Tûglûk bê berdan” a bi wêneyê Tûglûk li ser bi pirê ve daliqandin, bi dirûşm û çepikan dawî li çalakiya xwe anîn.