Jinên hezexî 5 sal in naçin şaredariyê 2022-08-30 09:00:47   ŞIRNEX - Jinên Hezexê ku 5 sal in naçin Şaredariya Hezexê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin gotin: "Her cara ku em diçûn em rastî lêgerînê dihatin. Ne bi pirsgirêkan re eleqedar dibin ne jî çareser dikin."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de 3 jê şaredariyên bajarên mezin 65 şaredarî bi dest xistibûn. Ji van şaredariyan 6 jê bi hinceta ku şaredarên wan bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibûn îxrackirin mazbataya wna nehatibû dayin û qeyûm tayinî 48 şaredariyan hatibû kirin. Ji şaredariyên qeyûm tayinî wan hatibûn kirin yek jê jî Şaredariya Hezexê ya Şirnexê bû. Şaredariya ku di sala 2019'an de qeyûm tayinî wê hat kirin, heta niha tu xîzmeteke berbiçav nekiriye. Her wiha projaya rê û avê ya ku 5 sal in temam nekiriye, niha ji ber ku hilbijartin nêz bûye cardin dest bi kolandina rêyan kiriye.    Jinên hezexî ku 5 salin ji ber polîtîkayên qeyûm yên li navçeyê naçin şaredariyê diyar kirin ku qeyûm ji bişavtinê pêvtir tiştek nekiriye.    'EV 5 SALIN NAÇIM ŞAREDARIYÊ'   Ji şeniyên taxa Dîcleyê Fadile Malgaz (65) bi lêv kir ku ji ber pêkanînên qeyûm ew naçin şaredariyê û wiha axivî: "Ev 5 salin ez neçûme şaredariyê. Gava em diçin divê nasname di dest me de bin, heya em dikevin hûndirê şaredariyê. Heke nasname ne di destê me de bin nahêlin em bikevin şaredariyê. Li tu deran tiştekî wiha nehatiye dîtin. Ji roja ku şaredarî hatiye desteserkirin heta niha mizgeftên me hemû dagir kirine. Nahêlin em avê bibin ji bo şûştina miriyên xwe. Kolanên me hemû di nav tozê de ne. Em nikarin deriyê xaniyên xwe vekin. Her carê rêyekê xera dikin û pereyê xwe distînin. Em jî ji ber tozê nikarin li nava navçeyê bigerin. Di van 5 salan de tiştek ji me re nekiriye. Avê nade me. Hin mal hene ku hew maye ji tîna bimirin. Ji roja ku qeyûm tayin kirine heya niha min gavek neavêtiye şaredariyê û min şaredarî nedîtiye. Carekî ez çûm, di têketinê de nasname xwestin. Min got, bi min re tune ye û ez neketim hundir."   'BI ME RE TIRKÎ DIAXIVIN'   Salîha Teke (66) jî diyar kir ku ew nikarin bi zimanê xwe xwe bi îfade bikin û got: "Ez bi xwe tenê carekê çûme şaredariyê. Ew jî hatin pêşiya min li nasnameya min mêze kirin. Lêgerîn kirin. Heger şaredariya me bûya em ê serbest biçûna. Ji me ditirsin, ji ber wê lêgerînê dikin. Her carê rêyan xera dikin, avê bernadin. Ji xeynî xerakirinê ji me re tiştekî nakin. Em şaredariya xwe dixwazin. Em dema ku diçin bi me re bi tirkî diaxivin. Em bi tirkî nizanin û bi wan re kurdî diaxivîn. Em dixwazin ku şaredariya me be û gava em biçin bi zimanê xwe xwe îfade bikin."   'GUH NADIN'   Jiyan Acer (34) jî anî ziman ku şaredarî pirsgirêkên navçeyê çareser nake û ev tişt got: "Havînan mirov ji ber tozê îdare nake û zivistanan jî mirov ji ber heriyê îdare nake. Em çend caran çûn şaredariyê me got. Lê guh li me nekirin. Ez carekê çûm min got, 'ji meha Hezîranê vir ve ava me nayê.' Ji min re gotin, 'ma em çi bikin here bila agirkuj ji te re tankerek avê bîne.' Pirsgirêka avê û rê heye. Dema ku em diçin şaredariyê ji me re dibêjin, 'herin filan odeyê.' Bi mirov re eleqedar nabin. Dema ku şaredariya me bû bi me re eleqeder dibûn. Tu eleqeya me û qeyûm bi hev re nîn e."    'ME TU XIZMET NEDÎT'   Hayat Ûca (67) jî bilêv kir ku dema ku ew diçin şaredariyê rastî nêzikatiyeke nexweş tên û got: "Ez bi xwe jî neçûme şaredariyê. Min heqê avê jî nedaye. Em diçin ne aidî me ye. Di têketina wê de lêgerîn heye, ji ber wê jî em naxwazin biçin. Ji roja ku şaredarî hatiye desteserkirin heta niha me tu xizmeta wê nedîtiye. Heger şaredariya me bûya em ê 10 caran biçûna şaredariyê. Ew bi zimanê me naaxive. Em nikarin biçin şaredariya wan. Ji ber vê rêbaza rêvebiriyê ya qeyûman divê em cardin şaredarên xwe hilbijêrin."