Çawişê pispor ê jinek tacîz kir, li ser kesên bertek nîşan dan jî gule barandin 2022-08-28 14:38:01   DÊRSIM - Çawişêkî pispor jineke ku di re de derbas dibû bi gotinan tacîz kir, kesên li derdorê jî bertek nîşan dan. Çawişê pispor li welatiyên ku bertek nîşan dan gule barandin. Dû re çawişê pispor û 3 kesên li gel wî ku ji cihê bûyerê reviyan hatin binçavkirin.    Li ser cadeya Cûmhûriyetê ya taxa Mogûltay duh bi şev çawişekî pispor ê di erebeyekê de, jinekê ku di rê de dimeşiya bi gotinan tacîz kir. Li gor agahiyên hatine bidestxistin jin bûyera tacîzê re bêdeng nema û nerazîbûn nîşan da. Li gel vê yekê welatiyên derdorê jî bertek nîşanî çawişê pispor û kesên di erebeyê de dan. Li gel vê yekê çawişê pispor ji erebeyê derket û bêserûber gule li derdorê xwe barandin. Ji ber van guleyan hevalekî çawişê pispor ji piyê xwe birîndar bû. Tevî ku bertek zêde bûn çawişê pispor ji cihê ku bûyer lê qewimî reviya û hevalê wî yê ku ji piyê xwe birîndar bûbû ji rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.   HER ÇAR JÎ HATIN BINÇAVKIRIN   Polîsên ku hatin cihê bûyerê 3 qalikên fîşekan ditin, li gel çawişê pispor her du kesên li gel wî binçavkirin. Polîsan kesê ji piyê xwe birîndar bûbû jî piştî tedawiyê binçavkirin. Hat destnîşankirin ku karûbarên îfadeyê yên binçavkiriyan berdewam dike. Walîtiya Dêrsimê têkildarî mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku derbarê kesên di wesayîtê de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin.