Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in 2022-08-16 15:59:02 SÊRT - Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di çalakiya ji bo Aysel Tûglûk de hat lidarxistin axivî û diyar kir ku mirinên li girtîgehan diqewimin cînayet e.  Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê ya Sêrtê neberdana girtiya nexweş Aysel Tûglûk şermezar kir. Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik, Dayikên Aştiyê tev li çalakiyê bûn. Posterê Aysel Tûglûk bi Delîklî Taş ve hat daliqandin û banga berdana girtiyên nexweş hat kirin.    ‘EM DENG BIDIN DENGÊ GIRTIYAN’    Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di çalakiyê de axivî û bal kişand ser mirinên li girtîgehan diqewimin û got: “Em banga berdana girtiyên nexweş dubare dikin. Her roj agahiya mirinê ji girtîgehê tê. Êdî em naxwazin vê xeberê bibihîzin. Ev mirin cînayet in. Em nikarin li mirin abi sedan girtiyên nexweş temaşe bikin. Em her kesî vedixwînin ku deng bidin vê qêrîna li girtîgehan.”