Foruma Jinan bi encamnameyê bi dawî bû: Divê em hevgirtina jinan hîn xurttir bikin 2022-07-24 13:58:45   NAVENDA NÛÇEYAN  - Yekemîn Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn ku di 22’yê tîrmehê de li Qamişlo hat lidarxistin bi encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de hat gotin ku hewcehî bi xurtkirina hevgirtina jinan heye û dê bi hevgirtina jinan destkeftiyên şoreşê bên parastin.    Yekemîn Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn di 22’yê tîrmehê de bi dirûşma “Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û pêş bixin” li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo hat lidarxistin. Forum, bi minasebeta 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava hat lidarxistin û dur rojan domiya.  Forum bi biryarên girîng ên derheqê pêşxistina têkoşîna jinan û encamnameyê bi dawî bû.    Encamnameya forumê bi zimanên kurdî û erebî hate xwendin. Encamname ji hêla endama Yekitiya Jinên Suryan Îlham Mitlî û endama Komîteya Têkiliyan a Kongreya Star Pencewîn Elî ve hate xwendin.   Encamname wiha ye:   ''Foruma Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  di 22 û 23'yê tîrmeha 2022'yan de li bajarê Qamişlo li dar ket. Ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê 200 jin beşdar bûn. Her wiha gelek jinên ji Rojhilata Navîn û dewletên cuda bi rêya bernameya zoomê beşdarî foruma jinan bûn.   Jin û rêxistinên jinan ên li Rojhilata Navîn, Amerîka û Ewropayê peyamên pîrozbahiyê ji bo forumê şandin û hêviya serekftinê jê re xwestin.   Forum bi boneya deh saliya Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji aliyê 7 rêxistinên jinan; Kongreya Star, Akademiya Jineolojî, YPJ, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Suryan û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat organîzekirin.   Armanca sereke ya vê forumê nirxandina pêvajoyên şoreşa jinan û encamên ku bi xwe re anîn e. Her wiha da ku perspektîfên têkoşîna parastina şoreşa jinan û pêşxistina wan werin dayîn.   Di vê çarçoveyê de gelek mijarên wekî encamên têkoşîna 10 salan a şoreşê, êrişên li ser şoreş û berxwedana jinan û bandora şoreşê li ser xeta têkoşîna jinan li Kurdistanê, Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê bi awayekî berfireh hatin nîqaşkirin.   Fermandara YPJ û HSD'ê û YAT'ê Jiyan Tohildan û du fermandarên din ên YPJ'ê Roj Xabûr û endama YAT'ê Barîn Botan dema ji forumê vedigeriyan, rastî êrişa hovane ya dewleta tirk a faşîst hatin û şehîd bûn.    Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin û vê forumê diyarî giyanê şehîd Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan dikin û soza şopandina têkoşîna wan, azadiya jinan, parastina hêza xweser û cewherî ya jinan didin.   Li ser bingeha nîqaşên ku çêbûn ji bo parastin û pêşxistina şoreşa jinan em gihîştin encamên girîng;   * Di 10 salên şoreşê de gavên dîrokî hatin avêtin û ji bo tevahî jinan destkeftiyên mezin hatin afirandin. Ev destkeftiyên şoreşa jinan ji bo tevahî cîhanê bûn hêvî. Ji bo mezinkirin û mayîndekirina vê şoreşê di foruma me de biryara bilindkirina têkoşînê hat girtin.   * Şoreşa jinan bi êrişên tund re rû bi rû ye û hê jî hemû armancên xwe pêk neaniye. Ji bo mîsogerkirina şoreşê pêwîst e em destkeftiyên wê her dem zêde bikin û bikin malê hemû jinan.   * Qanûnên jinan wek destkeftiyeke sereke ya şoreşê hat nirxandin. Ji bo pêkanîna qanûnên jinan divê ku di asta Sûriyeyê de têkoşîn bê kirin û xurtkirin.   * Di asta Sûriyeyê de kombûnek wiha ya jinan pêkanîn bi xwe serkeftineke mezin e lê di heman demê de girîngiya pêşxistina tifaqên demokratîk ên jinan dide ber çav. Pêwîst e em hevgirtina jinan di asta Sûriyeyê de hîn bêhtir xurt bikin.   * Bi zanebûna ku şoreşa jinan berî her tiştî şoreşeke hişmendî ye em biryara bilindkirina têkoşîna hişmendiya azadiyê didin.   * Rizgarkirina hemû jinan ji dagirkerî, esaret û ji zindanan erka me ya sereke ye. Bi vê armancê em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Bi taybetî ji bo ku bajarên wek Efrîn, Bab, Cerablûs, Ezaz, Idlib, Serêkaniyê û Girê Spî yên ku di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ne bên rizgarkirin, divê em têkoşîna xwe xurtir bikin.   * Êrişên qirkirinê herî zêde li ser jinan tên meşandin. Divê jin li hemberî hemû cureyên êrişê ku ji aliyê hêzên dagirker û hişmendiya zilamperest ve pêk tên xwedî hêza xweparastinê bin û divê jinek jî bê parastin nemîne.   * Bi zanebûna ku çareseriyeke demokratîk û mayînde bê îradeya jinan ne gengaz e divê beşdarbûna jinan di biryarên siyasî de bê mîsogerkirin û mafên jinan bi nêrîna jinan di destûra Sûriyeya pêşerojê de cih bigrin.”