Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt 2022-07-24 10:23:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk bi SÎHA’yan yek ji fermandarên YPJ’ê ku fermandariya pêngava tunekirina DAIŞ’ê dikir Jiyan Tolhildan û du hevalên wê hedef girt. Hat zanîn ku dema Tolhildan û hevalên wê ji Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn vedigeriyan, rastî êrişa suîqestê ya dewleta tirk hatin.    Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) ên Tirkiyeyê duh li ser rêya Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wesayîtek hedef girt. Di encama êrişê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Fermandariyên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dan zanîn ku encama êrişê de ji fermandarên Hêzên Antîterorê (YAT) Jiyan Tolhildan û Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi wesîleya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava li Qamişlo Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dihat lidarxistin û YPJ’iyên navborî jî dema ji forumê vedigeriyan rastî êrişê hatine.    FERMANDARIYA PÊNGAVA TUNEKIRINA DAIŞ’Ê KIR   Ji fermandarên YPJ’ê yên di êrişê de jiyana xwe ji dest da Jiyan Tolhildan di sala 2019’an di Pêngava Bahoza Cizîrê de ku bi mebesta tunekirina DAIŞ’ê li herêmên bajarokê Hecîn a Dêrazorê û Baxozê hatibû destpêkirin, fermandariya YPJ’ê ya Qada Dêrazorê kiribû. Wê rojê Jiyan Tolhildan beşdarî merasîma bo tunekirina fîzîkî ya DAIŞ’ê bûbû û ji JINNEWS’ê re axivî bû. Jiyan Tolhildan, di axaftina xwe de serkeftina heyî diyarî kesên di şer de jiyana xwe ji dest dayîn, malbatên wan, hemû jinên cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê kiribû. Tolhildan bi domdarî wiha digot: “DAIŞ niha ji hêla fîzîkî ve hate tunekirin. Lê çand, zîhniyet û fikra wê hêj heye. Lewma divê em jin bihêztir bibin. Ne tenê ji bo jinên Sûriye û yên kurd, YPJ’ê ji bo hemû jinên zilmê dibînin rola xwe lîst. Zilm ji ku tê bila bê, em ê tişta ji destê me tê bikin. Di vê mijarê de em sînoran nas nakin û çi dibe bila bibe em ê dawiyê li zilmê bînin.”