Rapora Komîsyona Jinan a ÎHD’ê: Di 2021’ê de 323 jin hatine kuştin 2022-07-23 16:14:26   ENQERE - Li gorî rapora sala 2021’an a Komîsyona Jinan a ÎHD’ê herî kêm 323 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin, 118 jin jî bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat gotin 12 hezar û 500 jin girtî ne û 345 zarok girtî ne.    Komîsyona Jinan a Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li hotêlek Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist û “Rapora Jinan a Sala 2021’an” eşkere kir. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û rêveberên ÎHD’ê tev li civînê bûn.    Eren Keskîn di civînê de axivî û bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê ya ji bo jinan û destnîşan kir ku Peymana Stenbolê bi destê kesekî hatiye fesixkirin û ew carek din girîngiya Peymanê rave dikin.    323 JIN HATINE KUŞTIN    Sekretera Komîsyona Jinan a Navendî ya ÎHD’ê Sevînç Koçak anî ziman ku krîza aborî ya ku diqewime bandorek zêde li ser jinan dike û di sala 2021’ê de binpêkirinên mafan ên jinan pêk hatine. Koçak da zanîn ku li girîgehan jin bi lêgerîna tazî, muameleya xerab û îşkenceyê re rûbirû mane û wiha got: “Di sala 2021’ê de herî kêm 323 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin. 118 jin bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane. 775 jin neçarî karkeriya seksê hatine kirin. Hezar û 19 jin bi tecawiz û gefan re rûbirû mane. Li dijî mafê jinan û LGBT+Î mudaxileyî 22 civînên aştiyane hatiye kirin. 8 civîn û çalakî hatine astengkirin. 191 kes hatine binçavkirin. Herî kêm 4 kes hatine birîndarkirin. Herî kêm 2 lêgerîn^ne tazî hatine kirin. Kesek bi gefa tecawizê re rûbirû maye.”    345 ZAROK GIRTÎ NE    Koçak diyar kir ku 12 hezar û 500 jin girtî ne û bi van jinan re zarokên temenê wan di navbera 0-6 de diguhere 345 zarok bi dayikên xwe re girtîne.