Jinan bertek nîşan dan: Li dijî hewldana tunekirinê em ê hebûna xwe biparêzin 2022-07-22 11:13:42 STENBOL - Nûnerên saziyên jinan bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind dan û wiha gotin: "Em jin dê gotina xwe bikin û li cihê ku dixwazin me tune bikin, em ê hebûna xwe biparêzin." Peymana Stenbolê ku rê li ber tundiya ser jinan digirt, di 20'ê adarê de ji aliyê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ve hat betalkirin. Rêxistinên jinan, partiyên muxalîf û gelek saziyên sivîl ji bo ku ev biryar bê betalkirin serî li Gadgeha Bilind didin. Dadgeha Bilind jî ev serlêdane nirxand û li dijî 2 dengan, bi 3 dengan ev daxwaz red kir. Li dijî vê biryara Dadgeha Bilind, di serî de rêxistinên jinan gelek kes û derdoran bertek nîşan dan.    Dilxwaza Platforma ji bo Jinan Wekhevî (EŞÎK) Serap Dalkiliç bertek nîşanî biryarê da û anî ziman ku ev biryar dê tundiya li dijî jinan zêde bike. Dalkiliç, bal kişand ser zêdebûna tundiya li dijî jinan û ev tişt gotin: “Bi vê biryarê re kujer dê bi dilrehettir tevbigerin. Me dizanî ku ev biryar dê kêfa kujerê Pinar Gultekîn bîne ku wî jî di îfadeya xwe ya li dadgehê de ev yek aşkera kir. Ev biryar dê bike ku biryarên ji edaletê dûr bên dayîn."    DESTPÊKA PÊVAJOYA XETERE   Bi domdarî Dalkiliç ev rewş weke “destpêka pêvajoyeke xetere" pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê vê biryarê temyîz bikin. Em ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin. Em ê dev ji peymanê bernedin û têkoşîna xwe bidomînin."    DARAZÊ XWESERIYA XWE WINDA KIR   Ji Desteya Rêveberiya Komeleya Dema Jinê Newroz Unverdî anî ziman ku darazê xweseriya xwe winda kiriye. Unverdî, anî ziman ku li dijî bêhiqûqiyan nerazîbûn hene lê tundî û tehekûma desthilatdariyê daraz xistiye bin kontrola xwe.     EM Ê GOTINA XWE BÊJIN   Di berdewamê de Unverdî da zanîn ku ev biryar dê neyê jibîrkirin û axaftina xwe wiha qedand: "Ev biryar nîşanî me dide bê ka pêşerojeke çawa li pêşiya Tirkiyeyê ye. Dewlet dê ji bo pêşîlêgirtina qetilkirina jinan tevdîran negire, daraz dê serbixwe nebe û dê gotina kesekî li ser hiqûqê bê destgirtin. Em jin tam di vê rewşê de dê gotina xwe bikin. Li cihê ku dixwazin me tune bikin, em ê hebûna xwe biparêzin û dev ji vê bernedin."