Erdag a li dijî tacîza zayendî xwe parastibû hate berdan 2022-07-06 10:29:08   QERS - Azra Erdag ku Bîrdal Dogan ê ku 3 salan li navçeya Zarûşadê ew tacîz dikir, bi parastina cewherî kuştibû, di danişîna ewil a dozê ku girtî dihat darizandin de hate berdan.    Xwendekara liseye Azra Erdag ku li gundê Kemah yê navçeya Zarûşadê ya Qersê, Bîrdal Dogan ê ku 3 salan bi awayekî sîstematîk ew tacîzkiribû, bi xweparastinê kuştibû.    Erdag a piştî bûyera di 1’ê Adara 2022’yan de pêk hatibû, hat girtin, duh danişîna wê ya ewil hate dîtin. Şandeya dadgehê derbarê Erdag a dema bûyerê de ji 18 salî biçûktir bû û derbarê wê de heta 12 salan cezayê hefsê tê xwestin de ev biryar da: “Ji ber cinayet di bin bandora hêrs û kîneke tund ku ji ber pêkanîneke neheq hatibû kirin, îhtîmala ji holê rakirina delîlan tune ye, dema girtina wê jî berçav tê girtin li gorî rêgezên pîvanî biryara berdana wê didin.”   Danişîna din taloqî 3’yê mijdarê hate kirin.