Li jinên girtî ferz dikin ku pêxas biçin hevdîtinê 2022-06-18 09:22:31 ÊLIH - Parêzer Mazlum Buksel diyar kir ku di dema ketina Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de lêgerîna tazî li 3 jinên siyasetmedar hatiye ferzkirin û wiha got: “Dema ji bo kargoyê, revîr û hevdîtina bi parêzeran diçin jî li wan tê ferzkirin ku pêxas biçin.”  Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê ya Êlihê Fatma Albay, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Leyla Bayram û Şîrvan Goçer di 31’ê gulanê de hatin binçavkirin û di 3’yê hezîranê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û şandin girtîgehê. Siyasetmedarên jin binpêkirinên di dema ketina girtîgehê de û yên dema piştre ragihandin.    Parêzer Mazlum Buksel bi miwekîlên xwe re hevdîtin kir û da zanîn ku di dema ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin, hatine derbkirin û di dema birina revîrê û hevdîtinên bi parêzeran re jî nehiştine bi solên xwe (yan jî bi şimikan) biçin hevdîtinê.    HATIN DERBKIRIN   Mazlum Buksel diyar kir ku siyasetmedar û aktîvîstên jin bi awayekî derhiqûqî hatine binçavkirin û wiha got: “4 rojan di bin çavan de man. Piştre jî bêyî ku delîleke şênber hebe, hatin girtin. Di dema ketina girtîgehê de bi darê zorê lêgerîna tazî lê hat ferzkirin. Wan jî qebûl nekir. Li ser vê yekê jî li dijî wan êriş hatiye kirin. Di êrişê de pantorê Leyla Bayram diriya û lingên wê reş û şîn bûn. Bi vî awayî birin qawîşê û heta 2 rojan jî nebirin revîrê. Mebesta wan ew bû ku ew cihên reş û şîn derbas bibin û rapora derbkirinê nedin. Lê 2 roj piştre birin revîrê û got ku ji ber lêdanê lingên wê reş û şîn bûne. Ev gotinên wê hatine nivîsandin.”    ‘VEGUHERIYE ÎŞKENCEYÊ’   Bi domdarî Buksel anî ziman ku êdî lêgerîna tazî li girtîgehan veguheriye rêbazekê îşkenceyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li girtîgehên jinan gelek binpêkirin çêdibin. Li gel ku di qawîşê de tenê 3 kes hene, hejmartina ser pêyan li wan tê ferzkirin. Memûrên girtîgehê ji wan dixwazin ku bi nîzama leşkerî wan pêşwazî bikin. Bêguman jinan jî ev yek teqez qebûl nekirine û bêhiqûqiya van sepanan vegotine.”   PÊXASIYÊ LI WAN FERZ DIKIN    Di berdewamê de parêzer Buksel diyar kir ku rêveberiyên girtîgehê rêbaza lêgerîna tazî êdî hêj bêhtir pêş xistiye û ev agahî dan: “Dema girtî ji bo revîr, kargo û hevdîtinên bi parêzeran diçin, li wan tê ferzkirin ku bêpêlav an jî şimik biçin. Anku pêxasiyê li wan ferz dikin. Jin jî vê qebûl nakin. Li sepanên xwe yên derhiqûqî niha jî ev binpêkirine zêde kirine. Binpêkirinên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Em ê li dijî van sepanên derhiqûqî yên girtîgehê, giliyê rêveberiya girtîgehê bikin.”    MA / Fethî Balaman