Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya 2022-06-09 12:24:41   AMED - Ozcan Y.’yê ku hate diyarkirin li navçeya Hênê notirvane, piştî hevjîna xwe bi çekê giran birîndar kir, reviya.    Ozcan Y.’yê ku hate diyarkirin li navçeya Hênê notirvane, piştî hevjîna xwe R.Y. bi çekê giran birîndar kir, reviya û şopa xwe da windakirin. Li gorî nûçeya Nûjinhayê di bûyera duh bi şev qewimî de Ozcan Y. hevjîna xwe R.Y. bi çekê giran birîndar kir. Hate diyarkirin ku faîlê piştî bûyerê reviyaye û şopa xwe daye windakirin û rewşa jina ku rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê  giran e.    Xizmên R.Y.’yê diyar kirin ku tundiya sîstematîk lê dihat kirin û her wiha bi kuştinê gef lê dihat xwarin. Hate diyarkirin ku tedawiya R.Y. ya xwediyê sê zarokan e berdewam dike û Ozcan Y. yê reviyaye gefa kuştinê li dayik û bavê jinê jî xwarine.