Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike 2022-06-04 09:19:41   ÎZMÎR - Seroka ÎGC'ê Dîlek Gappî anî ziman ku sedemeke zêdebûna nûçeyên tadeya li ser jinan kêmbûna saziyên çapemeniyê yên serbixwe ye û ev tişt anî ziman: "Tekane derdê çapemeniya alîgir ew e ku nûçeyên sansasyonel çêbike û zimanê tadeyê gur bike."    Li Tirkiyeyê zimanê zayendparêz ê desthilatê û polîtîkayên wê her diçe tadeya li ser jinan zêdetir dike. Di mehên dawî de bi qasî ku di çapemeniyê de hatine belavkirin, herî kêm 4-5 jin hatine qetilkirin. Desthilat kuştina jinan û tadeya li wan tê kirin ji nedîtî ve tê û çapemeniya wê jî nûçeyan tenê ji aliyekî ve belav dike. Weşangeriyeke ku ne navê kiryaran ne jî wêneyên wan belav dike heye. Ev weşangerî tenê mexdûran teşhîr dike.    Cemiyeta Rojnamevanan a Îzmîrê li herêma Egeyê ji bo zimanê çapemeniyê veguherîne dixebite. Cemiyetê ji bo zimanê tadeyê veguherîne û li hemberî tadeyê hesasiyetê bide der di îlona 2021'an de Projeya Narê dabû destpêkirin. Proje ji bo 15 mehan hatiye amadekirin û di çarçoveya projeyê de li Îzmîr, Manîsa û Mûglayê nexşeyên tadeyê hatine çêkirin. Li van her sê bajaran tax û navçeyên ku herî zêde jin bi tahdeyê re rû bi rû dimînin tên tespîtkirin û ji bo pêşî li ber tadeyê bê girtin perwerdehî tê dayîn. Li gor encamên Nexşeya Tahdeyê ya NAR ÎGC'ê ya meha adarê, di navbera 2019-2021'ê de li Tirkiyeyê Îzmîr di warê tadeyê de di rêza 3'yan de, Manîsa di rêza 10'an de û Mûgla jî her ku diçe berbiçavtir dibe.    Em têkildarî tadeya li jinan tê kirin, kuştina jinan û zimanê tadeparêz ê çapemeniyê û Projeya Narê bi Seroka Cemiyeta Rojnamevanan a Îzmîrê Dîlek Gappî re axivîn.   ZIMANÊ TADEYÊ DIPARÊZE   Gappî anî ziman ku têkildarî tadeya li jinan tê kirin û kuştina jinan li ser rola çapemeniyê dixebitin û wiha got: "Em ji 2 hêlan ve li ser projeyê sekinîn. Yek; di nûçeyan de zimanekî tadeparêz heye. Berpirsiyariya me, em vî zimanî ji holê rakin. Perwerdehiyên der barê zimanê çapemeniyê yê bûyeran gur dikin de perwerdehî karên me yên sereke ne. Ev jî têr nake. Ji lew re gava hûn pêwendiyê bi gel re daneynin dê tu tişt encam negire. Lewma me xwest em bi pîşeya xwe hesasiyetekê biafirînin. Me der barê mijara jinê de perwerdehî da hevpîşeyên xwe. Ji hevpîşeyên me hin jê hay ji vî zimanî hene hin jê jî tune ne. Em di perwerdehiyan de li ser zimanê nûçeyê, li ser zimanê divê em dest ji sûcdarkirian mexdûr berdin disekinin."    XEBATÊN LI TAXAN   Bi domdarî Gappî anî ziman ku ji bo pêwendiyê bi gel re deynin li Manîsa, Îzmîr û Mûglayê hin xebat kirine û wiha domand: "Me nexşeyên tadeyê çêkirin. Me deverên ku herî zêde tade li jinan tê kirin tespît kirin. Niha jî em li taxan hevdîtinan pêk tînin. Armanca me ne ku em perwerdehiyê bidin şêniyên taxan lê em di warê pêşîlêgirtin tadeyê de xwe digihînin kesên sereke yên taxan. Çawa em ji hevpîşeyên xwe re dibêjin, em ji wan re jî dibêjin ku pêşîlêgirtina zimanê tadeparêz berpirsiyariyeke wan e jî. Perwerdehî û serwextkirin divê bi awayekî berfireh bidome. Bi taybetî jî divê jin li hemberî tadeyê bên serwextkirin. Armanca me em di warê tahdeyê de hayjêhebûnekê çêbikin."    Gappî ragihand ku heya niha perwerdehî dane nêzî 60 rojnamevanan û ev tişt anî ziman: "Me yeko yeko serdana saziyên çapemeniyê kir û me perwerdehî da edîtoran, midûrên nûçeyan hwd."    ‘HÊVÎ ROJNAMEVANÊN CIWAN IN'   Di berdewamê de Gappî bal kişand ser zimanê çapemeniya nêzî desthilatê jî. Gappî destnîşan kir ku sedemeke zêdebûna nûçeyên tahdeya li ser jinan kêmbûna saziyên çapemeniyê yên serbixwe ye û tekane derdê çapemeniya alîgir ew e ku nûçeyên sansasyonel çêbike û zimanê tahdeyê gur bike.    Gappî, daxuyand ku di çapemeniyê de zimanê tadeyê tim hebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê niha berbiçavtir bûye. Ji lew re çapemenî qels bûye. Çapemenî bi tena serê xwe nikare zimanekî wiha biafirîne. Lê dikare gur bike. Lewma her ku dejenerebûna di çapemeniyê de zêde dibe ev ziman jî berbiçavtir dibe. Hê jî nêrîna nêrza serwerê çapemeniyê ye. Lê dê di pêşerojê de ne wisa be. Rojnamevanên ciwan cîhanê nas dikin. Lewma rêza wan a ji bo mafên gerdûnî û mafên mirovan zêdetir e. Bi hêvî me."    PIŞTÎ PROJEYÊ   Herî dawî jî Gappî wiha got: "Dê projeya me di dawiya meha mijdarê de biqede. Gava projeya biqede ma dê tade jî biqede? Na. Dê pirsgirêkên di pîşeya me de biqedin? Na. Me ev wekî projeyeke berpirsiyariya civakî diyar kir û divê em hîn bêtir tevbigerin. Dê liv û tevgerên me yên ji bo jiholêrakirina zimanê tadeyê, ji bo berbelavbûna wekhevî û zimanê aştiyane zêdetir bibin. Dê perwerdehiyên me zêde bibin. Teqez divê sûd ji van perwerdehiyan bê girtin. Ji lew re gelek tiştên 'gelo li vir wiha dihat nivîsandin?' hene. Awayê kuştina jinê bi xwe jî balê dikişîne. Pêdivî bi van tiştan tune ye. Pêdivî bi sansasyona ji ber awayê hovane yê mirinê tune ye. A girîng çêkirina nûçeyên pêşiyê li ber van bûyeran digirin. Em ji vê re dibêjin zimanê aştiyê û helwesta tadeyê tune dike. Divê helwestên ji bo kêmkirina vê bidomin."    MA / Semra Tûran-Tolga Guney