Li Êlihê tundiya zilamekî: 2 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû 2022-05-28 10:01:32   ÊLIH - Li Êlihê Şeyhmus D. hevjîna xwe Felek D. bi giranî birîndar kir û jinbira xwe Kezîban D. û biraziyê xwe Abdulganî D. qetil kir.   Kesê bi navê Şeyhmus D. (65) ku li Taxa Hurriyetê ya Êlihê dijî bi çekê êrişî hevjîna xwe Felek D. (44), jinbira xwe Kezîban D. (49) û biraziyê xwe Abdulganî D. (25) kir û wan bi giranî birîndar kir. Tîmên tenduristiyê yên ku piştî bûyerê hatin agahdarkirin, piştî mudaxileya ewil birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr. Ji birîndaran Kezîban D. û Abdulganî D. tevî mudaxileyên li nexweşxaneyê nehatin rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku rewşa Felek D. giran e.   Piştî bûyerê ji bo girtina kiryarê ku reviyaye xebat hatin destpêkirin.