Ji bo Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd înîsiyatîf hate avakirin 2022-05-26 14:14:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Yekeya Dîplomasiya Kongreya Starê Pencewîn Elî da zanîn ku ji bo amadekariyên Kongreya Jinên Kurd a Neteweyî înîsiyatîfek hatiye avakirin.    Di 15’ê gulana 2022’yan de li Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Helwesta hevpar a jinên kurd a li dijî dagirkeriyê”, Civîna Şêwra Jinên Kurd a Rojava hatibû lidarxistin. Di civînê de ji bo Sêyemîn Kongreya Jinên Kurd a Neteweyî bang hatibû kirin û ji bo amadekariyên kongreyê jî înîsiyatîf hatibû avakirin. Civîn, bi pêşengtiya Kongreya Star û bi tevlibûna zêdetirî 50 jinên ji rêxistinên jinan, nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr û nivîskaran hate lidarxistin. Ji endamên Yekîneya Dîplomasiyê ya Kongreya Star Pencewîn Elî têkildarî civînê bi JINNEWS’ê re axivî.    Pencewîn Elî da zanîn ku şêwr di qonaxeke girîng de hatiye lidarxistin û wiha got: “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê li Rojhilata navîn hîn dijwartir û kûrtir bûye. Me xwest bi şewrê re xwe bigihînin hemû jinên cîhanê û li dijî şerê heyî bibin xwedî helwesteke hevpar. Di şewrê de du mijarên sereke hebûn. Yek jê pêvajoya heyî û ya din jî helwesta jinan a li Rojava. Ev demekî dirêj li dijî Herêmên Parastinê ya Medyayê êrişên dijwar hene. Weke jinên Rojava me xwest helwesta xwe diyar bikin. Di encama civînê de hest û helwesta her jinên ji her çar parçeyan bû yek.”   ‘EM DIXWAZIN KONGRE LI ROJAVA BÊ LIDARXISTIN’   Herî dawî jî Pencewîn Elî ev tişt anî ziman: “Ji bo nirxandina pêvajoyê û ji bo ku bibe bingeha Kongreya Jinên Kurd a Neteweyî, me di şewrê de înîsiyatîfek ava kir. Weke tê zanîn kongreya neteweyî ji ewil li Amedê û ya duyemîn jî li Başûr hat lidarxistin. Em dixwazin ya sêyemîn li Rojava li dar bixin. Lê ji ber sedemên siyasî me nekarî. Di civînê de jinan bêdengiya hêzên herêmî û navdewletî jî şermezar kirin. Qetar û Kuweyt bi rêya kargehên xwe piştgiriyê didin dagirkeriya tirk. Jinan ev yek weke hevkariya bi sûcên li dijî mirovahiyê nirxand. Her wiha bang mezinkirina têkoşînê ya li dijî guherandina demografyaya herêmê hate kirin.”