JIN TV dest bi weşanê kir 2018-03-08 14:38:49 NAVENDA NÛÇEYAN  - Televîzyona Jinan JIN TV, bi dirûşmeya “Dengê jinê, ruyê jiyanê" dest bi weşanê kir.  Televîzyona Jinan JIN TV ku di hemû qadên wê de jin cih digirin, bi dirûşmeya “Dengê jinê, ruyê jiyanê" dest bi weşanê kir. Vakfa Jinan a Newa, di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, dest bi weşana Jin TV kir. Vakfa Jinan a Newa ku di 9'ê Çile de diyar kir ku dê Jin TV vekin û agahî dabû, têkildarî weşanê daxuyanî dabû û anîbû ziman ku Jin TV, ji 8'ê Adara 1857'an a New Yorkê heta 2018'an bi têkoşîn û keda hemû jinan vebûye.    WÊ TV YEK ÇAWA BE?    Waqfê bal kişand ser polîtîkya weşanê ya televîzyonê û wiha got: "Berî her tiştî em dixwazin bêjin, wê bibe televîzyonek jinê ya li dijî kodên cinsiyetparêz yên civakî şer dike. Wê li dijî medya navendî ya ji cinsiyetparêziyê têr dibe bisekine, nirxên jinê nîşan bide. Televîzyona jinê, xwedî wê îdîayê ye ku bibe awêneya cîhana jinê. Ew jina ku di rûpelên sêyem yên rojnameyan de ku li navenda wan tundî heye asê maye, di televîzyonan de di dawiya nûçeyan de veguheriye objeya 'xemla nûçeyê', dê wê jinê wekî çavkaniya jiyanê ji nû ve bike hebûn. Jin wê hunerê, jin wê sporê, jin wê siyasetê, jin wê zanîstê, jin wê tenduristiyê şîrove bikin û bi banga 'jiyan hebe em jî hene' dengê xwe bidin bihîstin. Jin TV, wê li dijî tundiya li ser jin û zarokan rawest e, yên ku tundiyê pêk tînin eşkere bike, bang li jinan bike da ku xwe biparêzin.   Jin TV,  xwedî wê îdîayê ye ku di her qada jiyanê de keda jinê nîşan bide. Di serî de têkiliyên jin û mêr, têkildarî vê têkiliya zarok-jin, zilam-jin ku jiyana civakê ji binî de bandor dike, dê bigire dest. Ji karbeşiya dinavbera malbatê, heya krîterên malbata demokratîk wê hîmên bingehîn yên civakê lêbipirse.   'DÊ JIN BIBE KIRDEYA JIYANA AZAD'    Waqfê bal kişand ser rola televîzyonê û wiha bi dawî kir: "Wê tabuyên ku bedena jinê rapêçane hilweşîne, li dijî medyaya navendî ku jinan dike malzemeya reklamê û meta, wê jinan bike kirdeya jiyanê û wisan derbasî ekranan bike. Jin TV, wê vebêje ku zordestiya li ser jinan ne çarenûs û qeder e, wê ji pirsgirêkên jin dijîn re li çareseriyan bigere û wê armanca wê ew be ku di vê mijarê de jinan hîn wêrektir bike.  Televîzyona me wê bi xeta xwe ya weşanê a pir alî, pir zimanî û pir çandî afirêneriya eqil û hestan bigehîne yek. Wê li dijî medya navendî ku ciyawaziyan tine dihesibîne, pirrengiyê bike bingeh. Wê keda jinan ku nayê dîtin û tê tinekirin nîşan bide, berbiçav bike. Li malê, zeviyan, ofîs û kolanan, Jin TV wê li gel jina li her qada xebatêye cih bigire. Em weke Weqfa Jin a Newa, ji niha de ji wan re spas dikin ku bi ked, raman û piştgiriya xwe tevlî projeya  JIN TV bûne ku ji bo jinan îfadeya qonaxeke nû ye. Detay û berfirehiya projeya me ya JIN TV wê dema pêş bi raya giştî re were parvekirin. Pêkane ku gelek navên ji bo vê xebatê bûne çavkaniya îlhamê, hêz dane û di dîroka berxwedanê de bûne sembol werin rêzkirin. Ew xwedawendên xwedî xweşikbûna bêdawî yên jiyanê ne ku her demê me gaveke din ber bi pêş ve dibin. Em vê xebata bi keda sedan jinan dimeşînin, di serî ji bo bîranîna hemû jinên ku temen dane têkoşîna hebûna jinan û her wiha Sara-Rojbîn-Ronahî ku 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin dikin diyarî. Em bawer dikin her jin dê ji bo xebata me ya televîzyonê bibe alîkar û piştgiriyê nîşan bide.   Jin Jiyan Azadî..."    Hûn dikarin li ser    Peyk : Hotbird 13°E Frekans: 11 054 MHz  Polarizasyon: Horizontal Symbolrate: 27500 FEC-rate: 5/6.”   temaşe bikin.