‘Ev pêvajo pêvajoya berxwedana jinê ye’ 2022-05-21 09:08:35 ŞIRNEX - Hevseroka Şirnexê ya HDP’ê Sabuha Akdag, destnîşan kir ku di pêvajoyên şer de ên herî zêde hedef tên girtin jin in û got: “Heke em her qadê veguherînin qada têkoşînê, em ê bi ser bikevin. Ev pêvajo pêvajoya dema berxwedana jinê ye.”  Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê berdewam dikin. Bertek û nerazîbûnên li hemberî van êrişan jî her diçe zêdetir dibin. Ev êrişa ku bandorê li hemû qadên jiyanê dike, bêguman bandorek mezin li jinan jî dike.    Hevseroka Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sabûha Akdag anî ziman ku êriş çi qas zêde bibin wê jin jî têkoşîna xwe mezintir bikin.    ‘JIN HEDEF TÊN GIRTIN'   Akdag diyar kir ku ji parçeyên şer yek jî koçberî ye û li herêmê bi salan e bi polîtîkayên şer welatî tên koçberkirin. Akdag got: “Gelê kurd ne xerîbê  ji pêvajoyên şer e. Bi salan e li dijî me şer, tundî û polîtîkayên qirkirinê têz meşandin. Herî zêde jî bi koçberkirinê ev polîtîkayan bi rê ve dibin. Bi vî awayî bi demografya şêwaza jiyana mirovan tê listîn. Bêguman herî zêde jî jin bandor ji vê yekê digirin. Bi vê yeke jin rastî destdirejî û tundiyê tên, her wiha piştî ku tên koçberkirin jî bi pirsgirêkên cur bi cur re rû bi rû dimînin. Bi taybetî ji ber sedema hişmendiya serdestiya mêr û xwesteka serweriya li ser jinê di şeran de jin hedef tên girtin. Jin li her derî bi heman pirsgirêkê re rû bi rû dimînin.”    POLÎTÎKAYÊN ŞER Ê TAYBET   Akdag destnîşan kir ku jin jî li dijî zêdebûna êrişan berxwedan û têkoşîna xwe mezintir dikin û wiha axivî: “Ji salên borî heya niha jin bandorek mezin ji şeran girtine û hê jî digirin. Di pêvajoyen şer de jin her çi qas bibandor bibin û rastî êrişan werin jî li hemberî wê berxwedanek heye û têkoşînek mezin tê kirin. Desthilatdar baş dizane ku têkoşîn û berxwedana jinan wê pergala wan têk bibe. Loma di şer de herî zêde jinan hedef digire. Bi vî şiklî tê xwestin ku deskeftî û keda jinan a bi salan twere tunekirin. Her wiha di pêvajoyên şer de li herêmê bi giranî polîtîkayên şer ên taybet tên meşandin. Polîtîkayên şerê taybet li herêmê bi armanca şikandina vîn û êrîşên li dijî rûmetê tê pênasekirin.”     BERXWEDANA BI PÊŞENGIYA JINÊ   Akdag bal kişand li ser şoreşa li Rojavayê jî û anî ziman ku şoreşa jinan a li Rojavayê îro ji bo hemû pêvajoyên şer ronahî ye. Akdag got: “Li Rojavayê şoreşek jinê pêk hat û ev şoreş ji bo hemû cîhanê bû mînak. Ruhê têkoşînê ya jinê li seranserê cîhanê belav bû. Li her qadê têkoşînek bi rêxistinbûyînî pêk anî. Ev şoreş da xuyakirin ku li dijî van pêvajoyên şer yekitî û rêxistinbûyînek mezin serkeftinek bi xwe re tîne. Niha jî di vê pêvajoyê de em herî zêde berxwedana jinên Şengalê dibînin. Li dijî êriş û dijminê xwe xistine wek mertal. Di salên borî de gava êrişî Şengalê hatibû kirin, jinên Şengalê nerêxistinkirîbûn û neçar bûn. Lê niha Şengalê xweseriya xwe ava kiriye û berxwedanek li dijî dagirkeriyê pêş xistiye. Ew berxwedan jî bi pêşengtiya jinê tê kirin. Gelê Şengalê êdî baş dizane axa xwe biparêze. Loma di pêvajoyên şer de li şûna koçberkirin an jî paşdegavavêtinê berxwedan û têkoşînê pêş dixînin. Divê ew berxwedana li Şengalê li hemû deverên herêmê li dijî şer bikeve meriyetê.”    ‘DEMA BERXWEDANA JINÊ'   Akdag di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dê jin li gorî pêvajoyê tevbigerin û têkoşînek bi rêxistinkirî bidin meşandin û got: “Li dijî vî şerî divê pêngavek were avêtin. Ên herî zêde bandorê ji vî şerî digirin jin in, loma herî zêde jin li ber vî şerî radibin. Em bawer dikin ku dê bi têkoşîn û berxwedana jinê serkeftin pêk were. Li şûna koçberkirinê berxwedan tê bijartin. Em di pêvajoyek gelek giran re derbas dibin. Em hemû hay ji girîngiya pêvajoyê hene. Li dijî her cûreyê şer em jin têkoşîna xwe mezinir dikin û bi qasî ku ji destê me bê em ê ji vê pêvajoyê re bibin bersiv. Divê em ji her aliyî ve xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezntir bikin. Bang li hemû jinan dikim ku heke em li her derî bitêkoşin em ê bi ser bikevin. Ev pêvajo dema berxwedana jinan e."