Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin 2022-05-17 09:40:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka TAJÊ’yê Sebîha Sebrî anî ziman ku bedel çi bibe bila bibe dê jinên êzdî Şengalê radestî dagirkeran nekin û wiha got: “Dê xewn û xeyalên wan di qirika wan de bihêlin. Em ê destûr nedin ku dagirker bikevin Şengalê.”    Di 3’yê tebaxa 2014'an de DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir. Pêşmergeyên ku ji bo parastina civaka êzdî ji Şengalê re hatine şandin, pişta xwe dan êzdiyan û bi komkujiyeke mezin re rû bi rû hiştin. Di êrişê de bi hezaran êzdî hatin qetilkirin, bi hezaran hatin revandin û firotin. Yekemîn hedefa DAIŞ'ê jinên êzidî bû. Jinên êzdî yên nehatin qetilkirin jî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin û firotin. Di dema êrişê de hêzên HPG/YJA Star û YPG/YPJ’ê di navbera Rojava û Şengalê de korîdor vekirin û civaka êzdî ji qirkirineke hîn mezintir xelas kirin. Piştî rizgarkirina Şengalê jî civaka êzdî hêzên xwe yên parastinê yên mîna YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ava kirin. Bi mebesta têkbirina destkeftiyên gelê Şengalê, di 9'ê cotmeha 2020'an de bi piştgiriya Tirkiye û hêzên navdewletî di navbera Bexda û Hewlêrê de peymana Şengalê hat îmzekirin. Bi avakirina dîwarê bi 250 km’yan ê di navbera Rojava û Şengalê de jî xwestin têkiliya Şengalê ya bi Rojava re qut bikin. Li ser Peymana 9’ê Cotmehê, artêşa Iraqê di êvara 1’ê gulanê de êrişî Şengalê kir. Li dijî vê êrişê, hêz û civaka Şengalê berxwedaneke mezin raber kir û artêşa Iraqê neçar hişt ku xwe paşve vekişîne. Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ) Sebîha Sebrî têkildarî êrişên ser Şengalê û berxwedana jinên êzdî bi ajansa me re axivî.    Sebîha Sebrî, ji ewil qala çêkirina diwarê di navbera Şengal û Rojava de kir û wiha got: “Dixwazin Şengalê ji çar aliyan ve dorpêç bikin û Peymana 9’ê Cotmehê pêk bînin. Dixwazin deriyê di navbera me û Rojava de bigirin. Girtina sînor tiştekî ji rêzê nîne. Şervanên azadiyê ji wî sînorî bi hawara me hatin. Dixwazin bêhnê li êzdiyan qut bikin. Tiştekî asayî nîne ku piştî lêkirina dîwar artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir. Şervanên azadiyê di 2017’an de Şengal azad kirin û bi çavdêriya Iraqê vegeriyan. Di dema vegerê de gotin; ‘li ser Şengalê kengî xetereyek çêbibe, em amade ne bi hawara wan bên.’ Armanca ji vî dîwarî jî ew e ku pêşî li vê bigirin. Xuyaye ku di pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê de biisrarin.”    'HESAB NEPIRSIN LÊ HESAB BIDIN’    Bi domdarî Sebrî bal kişand ser daxuyaniya Mesrûr Barznanî ya li ser Şengalê û wiha domand: “Kesên ku îro van daxuyaniyên rûreş didin, divê hesabê bidin. Ew kes bûn sedema fermanê ku hêj niha jî bi hezaran jinên êzdî çarenûsa wan ne diyar e. Bêyî ku şerm bike û li şûna ku lêborînê bixwazin, li ser televîzyonan gefan li me dixwin. Em baş dizanin ku ji sedema êrişên Iraqê yek PDK û yek jî dewleta tirk e. Tiştê ku dewleta tirk raste rast neke bi destê van dixwaze bike. Weke jinên êzdî em dibêjîn ku ev kes bila hesabê nepirsin, bila hesabê bidin me. Lê îro artêşa Iraqê jî tê lîstikên wan. Ya ku dikin ne di berjewendiyên gel de ne. Yên bûne amûrên destê hin kesên din. Yên ku biryara fermanê dan û Şengal teslimî DAIŞ'ê kirin ev kes bûn. Ên ku îro biryara êrişa ser Şengalê didin jî ev bi xwe ne. Bi her şêwazî dixwazin Şengalê vegerînin beriya 2014'an. Lê em ji wan re dibêjin, ev xewna we ye. Êdî êzdî şiyar bûne û zane bûne. Êdî êzdî nayên lîstokên wan.”   'JINÊN ÊZDÎ XEYALÊN WAN QIRIKA WAN DE HIŞTIN'    Di berdewamê de Sebrî diyar kir ku jinên êzdî piştî fermana 2014'an bi fikr û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji nû ve li dîroka xwe vegeriyan û wiha domand: “Ji nû ve dest bi jiyanê kirin. Ên ku herî zêde bedel dayîn dîsa jinên êzdî bûn. Ên ku li bazaran hatine firotin û rastî destdirêjiyê hatin ew bûn. Lewma fikr û felsefeya Ocalan bo me bû çîrûskek. Me jî li ser vê çîrûskê û xeta azadiyê dest bi jiyaneke nû kir. Ji bo ku bikarin tola xwe hilînin û rê li ber fermanan bigirin, me xwe birêxistin kir. Me nehêla xewn û xeyala dijminan pêk bên. Ên ku xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de hiştin jî jinên êzdî bûn. Lewma me jinan li Şengalê tekoşîn da destpêkirin û xebatên xwe heta îro anîn û berfireh kirin. Heke îro jinên êzdî li Şengalê xwedî gotin û helwest bin, ev tevek bi saya wan bedlan e. Ev ji hemû dijminên me re bersiveke. Jinên êzdî koletiyê qebûl nakin, nayên lîstikan û civaka xwe teslîmî kesekî nakin. Avakirina TAJÊ û YJŞ hêviya hemû jinên êzdî ye. Her ku diçe hejmara jinên têkoşer zêdetir dibe. Jinên êzdî bêçare nînin. Çawa ku me di dîrokê de pêşengtî kir, em ê ji vir û şûnde jî pêşengtiyê bikin. Heke îro hemû cîhan bi berxwedan û civaka êzdî hesiya be, ev bi saya jinên êzdî ye.”    'DI IRAQÊ DE CIHÊ HERÎ BI EWLE ŞENGALE'    Sebîha Sebrî got ku jinên êzdî dê tu carî Şengalê radestî zîhniyeta dagirker nekin û axaftina xwe wiha qedand: “Artêşa Iraqê bi taybet jî di rojên cejnên me de êriş dike. Bêgûman ev ji yên DAIŞ’ê cudatir nînin. Ji bo ku êzdî dest ji çanda xwe berdin her tiştekî dikin. Di hemû êrişên piştî fermanê de artêşa Iraqê li vir bû. Lê pişta xwe dan êzdiyan. Êrişên heyî berdewamiya Peymana 9’ê Cotmehê ne. Lê nekarîn armancên xwe pêk bînin. Bêguman berxwedana jinên êzdî didome. Li Iraqê hikûmet nehatiye avakirin û alozî heye. Li gelek deveran DAIŞ êrişan dike. Li Iraqê niha cihê herî biewle Şengal e. Şengal bûye xwedî hêz û îrade. Ev jî bi saya fikr û felsefeya Ocalan çêbû. Êzdî ji nû ve li dîroka xwe vegeriyan. Civaka êzdî hêza xwe afirand û hêza xwe ya cewherî nîşan dan. Niha dixwazin di şexsê hêzên me de civaka êzdî tune bikin. Em ne civakeke beriya 2014’an in. Kî dibe bila bibe heke êrişî me bike, em ê xwe biparêzin. Tenê yek jineke êzdî bimîne jî em ê Şengalê radest nekin. Em ê xewn û xeyalên wan ên ji bo Şengalê di qirika wan de bihêlin. Em ê Şengaleke xweser û azad ava bikin. Bedel çi bibe bila bibe em ê nehêlin dagirker bikevin Şengalê.”