Prof. Çelîk: Pêvajoyên aştiyê yên jin beşdar bûne, bi serkeftî bûne 2018-03-05 17:23:23 AMED - Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de panela “Aştî û Ewlekarî” li Amedê pêk hat. Di panêlê de Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîk bal kişand ser rola navbeynkariya jinan a di pêvajoyên aştiyê de û got: “Hemû pêvajoyên aştiyê yên jin beşdar bûne bi serkeftî bi encam bûne.” Li Amedê, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhan de panela “Aştî û Ewlekariyê” pêk hat. Panel ji aliyê Platforma Jinan a Amed Dîcle (DAKP) ve li Otela Demîr hat organîze kirin. Seroka Komeleya Mafê Civakî (SHD) Melda Onur, yek ji damezrînên AKP’ê ya ji kar hatî avêtin akademîsyên Fatma Bostan Unsal û ji Zanîngeha Sabancı zanistan siyasete Prof. Dr. Ayşa Betul Çekîl di panêlê de axivîn.     ‘HEMÛ PÊVAJOYÊN AŞTIYÊ BI JINAN SERKEFTINE’   Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîk, jin bi mijarên ku zilam pêre eleqeder nabin re, eleqeder dibin û wiha axivî: “Bandora jinan a li ser pêvajoyên aştiyê pir heye. Divê zimanê em ji hev aciz nebin, em ava bikin.  Hemû pêvajoyên aştiyê yên jin beşdar bûne bi serkeftî bi encam bûne.”       BOSTAN: ZIMANÊ JINAN BI BANDORTIRE    Fatma Bostan Unsal jî, diyar kir ku jin di pêvajoyên siyasî de zêde cih nagirin û wiha got: “Jin pir bi serkeftinê. Dikarin hemû beşên civakê bînin gel hev. Jin tiştên bi serê wan hatine dikin rapor. Li Kolombiya navenda hafizeyê û li Tirkiyeyê jî Dayîkên Şemiyê hene. Divê em piştgiriyê bidin Dayîkên Şemiyê. Her ku diçe nûnertiya jinê zêde dibe. Ger em pêvajoyeke bi serkeftî bixwazin, divê jin bi awayekê aktîf beşdarî têkoşînê bibin.”   AŞTIYEKE MAYÎN DE   Melda Onur jî, da zanîn ku zilam karê ku jin dikin nabînin û wiha bilêv kir: “Jinên ku di gundên xwe de azad dijiyan, niha bi darê zorê li bajaran di girtîgeheke servekirî de dijîn. Ji bo ev bê derbas kirin divê aştiyeke mayîn de bê avakirin.”   Panel piştî pirs û bersivan bi dawî bû.