Li Stenbolê jinek hate qetilkirin 2022-04-19 12:51:27   STENBOL - Li Gazîosmanpaşayê Demet Arslan ji aliyê hevjînê xwe Sergen Arslan ve hate qetilkirin.    Li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê Demet Arslan (23) ji aliyê hevjînê xwe Sergen Arslan (26) ve bi çekê hate qetilkirin. Sergen Arslan ê bi çekê êrişî Demet Arslan kir pişt re hewl da xwe bi heman çekê întîhar bike. Piştî dengê çekan hate bihîstin kesên derdorê tîmên polîs û tenduristiyê agahdar kirin. Tîmên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê tespît kirin ku Demet Arslan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye û Sergen Arslan ê giran birîndar bûyî jî rakirin nexweşxaneyê.    Cenazeyê Demet Arslan a jiyana xwe ji dest da rakirin Saziya Tiba Edlî ya Yenîbosnayê. Hate hînbûn ku 2 zarokên Demet Arslanê hene.