Jinan êrîş şermezar kirin 2017-10-06 15:54:51 ÎZMÎR - Jinan, pêşnûmeya erka mahrê ya dayîna miftiyan, betalkirina parlamenteriya HDP’a Sêrtê Besîme Konca û cezayê girtîgehê yê li memoste Ayşe Çelîk hat birîn, şermezar kirin.  Nûnerên jin ên Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdê (Egîtim Sen), Partiya Kedê (EMEP) û Zanîngeha Ege yê, pêşnûmeya erka mahrê ya dayîna miftiyan, betalkirina parlamenteriya HDP’a Sêrtê Besîme Konca û cezayê salek û 3’ê meh girtîgehê yê li memoste Ayşe Çelîk hat birîn, şermezar kirin. Civîna çapemeniyê li Hejmara 4’emîn a Şaxa Egîtîm Sena Îzmîrê hat dayîn. Sekretera Şaxa Egîtîm Senê Nuray Ozturk daxuyanî da.  Ozturk, diyar kir ku ew pêşnûmeyê qebûl nakin û wiha axivî: “Em ê li dijî pêşnûmeyê têkoşîna hevpar bidin meşandin. Bi hinceta OHAL’ê êrîşî jinan dikin. Kevneşopiya di temenê zaroktî de zewicandin, îstîsmara zayendiye. Destkeftiyên têkoşîna jinan a cîhan û welat a bi sed salan, em ê wisan bi rehetî teslîmê desthilatdariya yek zilamî nekin. Em ê pêşeroja zarokên xwe nexin destên wan. Em ê li dijî hemû pêkanînên li ser jinan, li koçe û qadan dengê xwe bilind bikin û liberxwe bidin.”