Jinên dersimî: Em 8'ê Adarê veguherînin qadên berxwedanê 2018-03-04 09:19:32 DERSIM - Jinên dersimî diyar kirin ku ew di bin zext û zoriyan de 8'ê Adarê pêşwazî dikin û bang li hemû jinan kirin ku 8'ê Adarê veguherînin qadê berxwedanê.  Li Tirkiyeyê, Roja Jinan a Cîhanê di serdemeke ku şer, çewisandin û şidetê zêde ye de tê pêşwazîkirin. Li Dersimê jinan diyar kir ku ew ê di 8'ê Adarê de dakevin qadan û bersiva şer û çewisandinên li dijî jinan bidin.    '8'Ê ADARÊ REMZA BERXWEDANÊ YE'   Rêvebera DBP'ê ya bajêr Haskar Kalar, got 8'ê Adarê ji bo jinan remza berxwedanê ye. Kalar balê kişand ser şerê li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku herî zêde şer bandorê li jinan dike. Kalar diyar kir ku ew ê li dijî îstismara zayendî û şideta li hemberî jinê dakevin qadan û bang li hemû jinan kir ku 8'ê Adarê veguherînin qadên berxwedanê.    Hevseroka Şaxa SES'ê ya Dersimê Nûrşat Yeşîl jî diyar kir ku 8'ê Adarê têkoşîneke 161 salî ye. Yeşîl bi bîr xist ku jin ji bo daxwazên xwe şerê hebûnê dikin. Yeşîl bi lêv kir ku 161 sal berê jinên karker li fabrîkayan doza mafên xwe kir û mixabin niha li welatê wan doza heman daxwazan tê kirin. Yeşîl diyar kir ku vegera 161 sal berê helbet êşbar e, lê belê wê jin tu carî dev ji têkoşînê bernedin û paş ve gav neavêjin.    WÊ JINÊN DERSIMÎ DI 8'Ê ADARÊ DE LI QADAN BIN'    Yeşîl, destnîşan kir ku ew ê li dijî hemû çewisandinan, Rewşa Awarte, KHK, îstismara zayendî dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Yeşîl got: "Em hene, em ê tim hebin. Em ê tu carî tawiz ji destkeftiyên xwe bernedin. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû jinên dersimî dikin ku dakevin qadan."    Seroka CHP'ê ya Bajêr Handan Kahraman Şanli jî, destnîşan kir ku partî, ziman, dîn û nîjada mirovahiyê tune ye û ew dixwazin bi awayekî wekhev, adil, azad, laîk û aştiyane li warê xwe bijîn. Şanli, destnîşan kir ku wê jin dev ji destkeftiyên xwe bernedin û got: "Belê, em li kar, li kuçeyan li hemberî kesên me nahesibînin li ber xwe bidin û em ê vê yekê di 8'ê Adarê de careke din nîşan bidin. Îsal ji her salî bêtir çewisandin û şidet hene. Wê daxwaza me ya îsal jiyaneke wekhev, azad û aştiyane be. Em jin dev ji mafên xwe bernedin, li kuçeyan li ber xwe bidin."    MA / Semra Turan