Xebata ewil a Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê 8'ê Adarê ye 2018-03-04 09:16:12 STENBOL– Xebata ewil a Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê, 8'ê Adarê ye. Endama Piştevaniyê ya Kirkyamayê Tûgçe Kesîm, bi boneya 8'ê Adarê hemû jin vexwandin qadan.  Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê ku di 18'ê Sibatê de bi dirûşmeya "Em ê bi hêz bibin, biguherînin, têkoşînê mezin bikin" damezrandina xwe îlan kir, wekî xebata ewil dest bi amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kir. Jinên di nav piştevaniyê de cih digirin, dadikevin kuçe û kolanan û jinan vedixwînin qadên 8'ê Adarê. Endama Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê Tûgçe Kesîm sedema avakirin û planên piştevaniyê vegotin.    ‘ARMANCA ME ZEXIMKIRINA RÊXISTINBÛYÎNÊ YE'    Kesîm diyar kir ku wan di serdemeke ku pir zêde mudaxileyî jiyan û azadiya jinan tê kirin de damezrandina piştevaniyê daxuyandiye. Kesîm got: "A rastî ev pêdiviyeke serdemiyî ye. Em di serdemeke ku şidet û tecawuz zêde bûne de ne û di vê serdemê de pêdivî bi piştevanî û rêxistinbûyîna jinê heye. Armanca me ya sereke zêdekirina femînîzmê, hêzdarkirina piştevanî û rêxistinbûyîna jinê ye. Her wiha Kesîm ji bo navê "Kirkyama" jî got: "Em zaf fikirîn ka em çi navî lê bikin. 'Kirkyama' bereke destkariyê ye û ji reng û cawên cuda pêk tê. Em jî 'Kirkayama'yê wekî avaniyeke ku jinên bi rengên xwe cuda tên gel hev dibînin. Ji ber vê me ev nav lê kir."    JI HER DERDOR Û TEMENÊ JIN CIH DIGIRIN    Di nav Kirkyamayê de ji her temenî û derdorê jin cih digirin. Kesîm got: "Di nav piştevaniyê de ji qada zanîngehê jin hene. Jinên li plazayê dixebitin hene. Çimkî yên li plazayan dixebitin jî bi taciz û tecawizê re rû bi rû dimînin. Hemû jin bi şidetên wisa re rû bi rû dimînin. Jinên di nav Kirkyamayê de cih digirin, jinên ku piştî 1980'yî di nav tevgerên jinan de cih girtine cih digirin." Kesîm got bi tecrûbeyeke teorîk û pratîk, ew hewl didin ewil rêxistinbûyînê pêk bînin. Kesîm şer û mîlîtarîzma tê gurkirin jî bi bîr xist û got, wê jin di 8'ê Adar îsal de bi dengekî hîn gurtir aştiyê bi lêv bikin. Kesîm destnîşan kir ku her diçe şideta dewleta mêrî zêdetir dibe û li hemberî vê jî li tevahiya cîhanê jinan serîhildana xwe mezin kiriye. Kesîm diyar kir ku ne hedê aqlê serdest ê mêrî ye ku li ser jiyana jinê tev bigere.    XEBATA WAN A EWIL AMADEKARIYÊN 8'Ê ADARÊ NE   Kesîm diyar kir ku wan piştevanî di 18'ê Sibatê de ava kiriye û tevî ku ew hîn nû ne jî, wan wekî xebata ewil amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daye ber xwe. Kesîm bi lêv kir ku ew li hemû herêman rêxistinbûyîna 8'ê Adarê dikirin. Kesîm got ew dadikevin kuçeyan ew jinan vedixwînin qadê 8'ê Adarê. Kesîm diyar kir ku ji bo ew di 8'ê Adarê de bêjin mafê gotinê yê li ser jiyan, beden û keda jinê yê jinê ye ew li benda hemû jina ne ku dakevin qadan.    MA / Necla Demir