‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’ 2022-04-08 12:26:25   ÊLIH - Sevda Ergun ku ji aliyê zilamê dev jê berdayî ve xwest were qetilkirin ev bang kir: “Ez dixwazim bêtirs bijîm. Alîkariya min bikin.”   Sevda Ergun a di 2’yê Nîsanê de li Taxa Meydan a girêdayî navenda Êlihê ji aliyê zilamê dev jê berdayî ve bi amûreke bibir xwest were qetilkirin, rakiribûn nexweşxaneyeke taybet a li bajêr û dermankirina wê didome. Rewşa Ergun a ji sing û milê xwe ve giran birîndar bûbû, her roja ku diçe ber bi başiniyê ve diçe.    BANGA PIŞTGIRIYÊ   Ergun, bi dîmena ku li nexweşxaneya lê dima kişand, têkildarî rewşa xwe banga hestiyariyê li raya giştî kir. Ergun, bi lêv kir ku jiyana wê di xetereyê de ye û wiha got: “Ez li dijî binpêkirinên mafan û tundiya li ser jinê têdikoşim. Qet nedihat bîra min ku ez jî dê bibim yek ji wan. Yekane daxwaza min ew e ku zarokê xwe mezin bikim, jiyana xwe bêtirs bijîm. Kesê ku di nava kolanê de hewl da min kêr bike, sibê dikare dîsa were pêşberî min û hewl bide bikuje. Ez jinek û dayikek im. Ez naxwazim di jiyana min de gefa yekê li ser min  hebe. Ji min re bibin alîkar.”