Keça Asya Yuksel: Jin divê bi ruhê dayîka min dakevin qadan 2018-03-03 09:35:03 ŞIRNEX - Keça Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel Jiyan Yuksel, qala têkoşîn û sekna dayîka xwe kir û xwest her kes bi ruh û têkoşîna wê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dakevin qadan. Jiyan Yuksel, got: “Divê ruhê Asya Yuksel a têkoşer li her deverê bê jiyîn û jin bi ruhê dayîka min di 8’ê Adarê de dakevin qadan.” Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina kolanan a di 14’ê Kanûna 2015’an hat îlankirin û 79 rojan berdewam kirî de, Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel bi gotina “Ez dayîkim, çawa zarokên xwe bihêlim” û heya dawiyê lî berxweda. Asya ya ku di jêrzemînên wehşetê bî berxwedaniyek mezin li ber xwe da, têkoşîna xwe ji jinên Botanê re hêla. Pêyamaya Asya ya jinên Botanê re hişt jiyanek têkoşer û berxwedêr bû.    TÊKOŞÎNA SALAN Û BÊNAVBER   Asya di sala 1973’an de li navçeya Qilebana Şirnexê ji dayîk bû û di zarokatiya xwe de hat zewixandin. Asya di 20 saliya xwe bû dayika 2 zarokan. Asya di 22 saliya xwe  de hevjinê xwe di qezayekê de winda kir û têkoşîna jiyenek bi zehmet ket ser milên wê. Asya, bi zordestiyên dewletê re jî di salên 90’î qetilkirina birayê xwe rû bi rû ma. Li ser giranbûna zordestiyên dewletê Asya li hemberî polîtîkayên dewletê biryara têkoşînê da û di sala 2005’an de rêxistîna DEHAP’ê ya Qilebanê de cîh girt û têkoşîna wê bi siyasetê destpê kir. Asya piştî salan di siyasetê de cih girt, piştre têkoşîna xwe di tevgera jinên kurd de berdewam kir û heya sala 2011’an li herêma Botanê gelek xebatên girîng meşand. Piştre li Sêrtê û Êlihê jî demek dirêj xebatên Asya berdewam kir û di sala 2015’an ji bo Hevserokatiya Meclîsa Gel a Cizîrê hat hilbijartin.    Asya di qedexeya derketina kolanan de dest ji têkoşîna xwe û kolanên Cizîrê berneda û herî dawî ji bo alîkarî bide gel berê xwe dide jêrzemîna wehşetê ya duyemîn û êdî agahî jê heta girtin. Piştî qedexeya derketina kolanan 3 mehan 12’ê Gulana 2016’an cenazeyê Asya hat teşhîskirin û têkoşîna Asya mîna “Ruhê jinê” ji jinên Botanê re bû mîrasek. Keça Asya ya bi gotina “Meleka min” dida naskirin Jiyan Yuksel, behsa têkoşîn û serpêhatiya dayîka xwe kir.    GOTINA DAWÎ: TU CARAN SERÎ NATEWÎNE   Jiyan Yuksel, diyar kir ku ew herî dawî 6’ê Sibata 2016’an bi riya telefonê dayîka xwe re axivî û wiha axivî: "Heya wê axaftinê jî digot rewşa min başe. Lê axaftina dawî min fêm kir ku êdî rewş nabeşe. Kesekê dengê wan nabihîst. Dayîka min tim ji min re digot ‘Meleka min, ji vê saetê şûnde dibe ku her tişt bi qewime. Dibe ku tu kes bi saxî ji Cizîrê dernekeve. Lê daxwaza min ji te tu li hemberî her tiştê bi hêz bî. Ez naxwazim tu caran serî bitewînim. Ez nabêjim negirî, bêguman tê bigirî, ez nabêjim bêriya min neke, bêguman tu yê bêriya min jî bikî. Lê bi hêz be. Ez ji bo xwe, ji bo te û ji bo hemû jinan têkoşiyam. Serê min bilinde, bila serê te jî bilind be. Ez her tim bi te re me. Meleka min, xwe jî birayê xwe jî baş binêre." Piştî vê axaftina wê min êdî jê agahî negirt.”   ‘EZ BI DAYÎKA XWE ŞANAZIM’   Yuksel, anî ziman ku ew her tim ji jiyana dayîka xwe bi bandor dibe û wiha got: “Sekna dayîka min a jiyanê bandora herî giran bû. Bi taybetî têkoşîna xurt a li Cizîrê nîşan da, piştgiriya di jêrzeminan de dayî gel bû şanaziya min. Ew bû dayîka herkesê û ji bo herkesê têkoşiya. Heya dawiya jiyana xwe ji bo jinan têkoşiya. Min ji dayîka xwe re digot ‘Bese êdî, min tenê nehêle’ lê ji min re digot ‘Ez ji bo te û ji bo tewahiya jinan têdikoşim’. Gotinekê wê ya ‘Me jiyanek ji xwe re nedît, tovên piştê me bila bijîn. Têkoşîna min ji bo vê yekê ye’ jî ji bîra min naçe. Dayîka min heya dawiyê jî li hemberî hişmendiya zilam serî netewand.”   ‘DAYİKA MİN BÛ LEHENGÊ JİYANA MİN’   Yuksel, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Lehengekê her kesê heye, dayîka min jî bû lehenga jiyana min. Bavê min hê em biçûkbûn jiyana xwe ji dest da, me wî nedît. Di jiyana me de bes hezkirina dayîka me hebû û dayîka min her tiştê min bû. Ez heyranê dayîka xwe bûm. Min nedixwast bê dayîka xwe behna xwe vedim û her tim tirsa windakirina wê di dilê min de hebû. Lê sekna dayîka min a bi hêz ketiye nava mejiyê min. Bi vî awayî fêrî tune bûna wê bûm.”   ‘TÊKOŞÎNA XWE JI JINAN RE HIŞT   Yuksel, da zanîn ku ew dirûşmeya dayîka xwe ya “Jin jiyan azadî” ji xwe re esas digire û wiha domand: “Li gorî dayîka min, destê jinê bi çi bikeve jiyan dibîne. Ger jin azad bibin bedew dibin. Divê jin di her qadên jiyanê de cih bigirin. Dayîka min têkoşîna xwe ji me jinan re hişt. Bi têkoşîna xwe pêşangiya jinan kir û di saya wê de gelek jin li dijî jiyana bindest serî hildan.”   Yuksel, di dawî axaftian xwe 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û got: "Divê ruhê têkoşîna Asya Yuksel li her qadê bê jiyîn. Divê jin bi vî ruhî dakevin qadên 8’ê Adarê.”