Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye 2022-03-21 15:13:29   ENQERE - Sekretera SES’ê ya Giştî ya Jinan Gonul Adibellî bertek nîşanî girtina 11 jinên ku endamên wan jî di nav de bûn da û bi lêv kir ku yekane rêya şikandina zordariya sîstematîka hişmendiya zilam dixwaze li ser jinan ava bike di têkoşînan jinan a birêxistin de derbas dibe.    Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), têkildarî 11 jinên li Amedê hatin girtin ku endamên wan jî di nav de li avahiya navenda xwe ya giştî  civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan nikare were astengkirin, em natirsin paşve gavê naavêjin!” hat vekirin. Li ser navê jinan Sekretera Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Jinan Gonul Adibellî daxuyanî xwend.    Adibellî, diyar kir ku şûna desthilat tundiya li ser jinan asteng bike, bi zext û zor û binçavkirina jinan tundiyê mayînde dike. Adibellî, destnîşan kir ku girtina jinan a beriya Newroz û 1’ê Gulanê ne tesaduf e û wiha got: “Di salên dawî de girtin û binçavkirin zêde bûne. Li ser jinan dixwazin çavên civakê bitirsînin.”   BANGA BERDANA DEMILDEST KIR   Adibellî, bang kir ku desthilat dawî li pêkanînên xwe yên makeqanûnê tune dihesibîne, mafên bingehîn û azadiyê ji holê radike bîne û wiha berdewam kir: “Daxuyaniyên çapemeniyê, tevlîbûna mîtîngan û parvekirinên fikr û azadiya raman bi makeqanûnê xistine bin ewlehiyê û di çarçoveya mafên bingehîn û azadiyan de ne. Ji ber vê yekê binçavkirina hevalên me binpêkirina makeqanûnê ye. Divê hevalên me yên hatine girtin demildest bên berdan û derbarê van kesên ev pêkanînên bêhiqûqî pêkanîne de lêpirsîn were vekirin.”    ‘YEKANE RÊ BILINDKIRINA TÊKOŞÎNA JINAN E’   Adibellî, bi lêv kir ku yekane rêya şikandina zordariya sîstematîka hişmendiya zilam dixwaze li ser jinan ava bike di bilindkirina têkoşînan jinan a birêxiskirî de derbas dibe û got: “Girtin û binçavkirinên ku têkoşîna jinan krîmînalîze dikin nikarin jinan bitepisînin û bitirsînin.”