Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin 2022-03-19 16:05:14   AMED - Kar û barê îfadegirtinê yê jinên li Amedê hatibûn binçavkirin bi dawî bû şandin edliyeyê. Dozger, her 10 jin jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.    Di çarçoveya lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin de, polîsan di 16’ê adarê de bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtinan de siyasetmedar, endamên rêxistinên civaka sivîl û nûnerên sendîkayan jî di nav de, bi giştî 25 jin hatibûn binçavkirin. Ji jinên hatine binçavkirin 7 jê hatin girtin û 8 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Îro jî Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn, Sekretera Jinan a Şaxa SES’ê ya Amedê Fatma Yildizhan, Sekretera Jinan a Şaxa BTS’ê Bahar Ulug, aktîvîstên TJA’yê Zekiye Guler, Bîrsen Guneş, Safiye Akdag, Evîn Yelboga, Emîne Akşahîn, Emîne Çetîner û Kezîban Kuday jî piştî kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê, şandin edliyeyê.    Jinan li dozgeriyê îfade dan û dozger jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.    DERHEQÊ LÊPIRSÎNÊ DE   Dozgeriyê, sedema destpêkirina lêpirsîna 2021’an jî meşa 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jinan a Navneteweyî nîşan da. Li ser bangewaziya Platforma Jinan a Dîcle Amedê, di 25’ê mijdarê de bi hezaran jin hatibûn gel hev û xwestin ji Xaçerêya Dinyayê ber bi Parka Roboskê ve bimeşin. Lê belê polîsan nehêlan û li ser vê yekê jî arêşî derketibû. Hat zanîn ku çalakiyên 8’ê Adarê û yên ji bo Peymana Stenbolê hatine lidarxistin jî jinan hatine pirsîn.    Kar û barê îfadegirtinê yê li dadgehê hêjta berdewam e.