Gardiyanan ji jinan re got: Em rehetiyê nadin we 2022-03-19 10:40:56   RIHA - Esma Başkale ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin, ragihand ku gardiyan bi awayekî kêyfî bi ser odeyên wan de digirin û bi mirinê gefê li wan dixwin.    Esma Başkale ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin bi telefonê bi malbata xwe re axivî û ragihand ku gardiyan bi ser odeyên wan de digirin û bi mirinê gefê li wan dixwin.    Melek Başkale bi lêv kir ku xwişka wê duh bi telefonê li wan geriyaye û ragihandiye ku gardiyanan di bin navê “lêgerînê” bi ser odeyên wan de girtine.    ‘EM REHETIYÊ NADIN WE’   Başkale, da zanîn ku ji 15’an zêdetir gardiyan bi ser odeya xwişka wê de girtine û jê re wiha gotine: “Em rehetiyê nadin we. Ne hefteyê rojekê, em ê her roj bi ser qawişa we de bigirin.” Başkale, anî ziman ku gardiyan bi pêlavan derketina ser maseyên girtiyan û tiştên wan belav kirine. Başkale, bi lêv kir ku gardiyanan girtî bi “mirinê” gef li girtiyan xwarine û got: “Xwişka min got ku van serdegirtinên qawişan ên di bin navê “lêgerînê” de qebûl nakin û da zanîn ku ev serdegirtin vegeriyane operasyonan. Gardiyan mudaxileya fîzîkî jî dikin û pirtûkên girtiyan diçirînin.”   POLÎTÎKAYEKE BI ZANEBÛN TÊ MEŞANDIN   Başkale, diyar kir ku beriya Newrozê li girtîgehan polîtîkayeke bi zanebûn tê meşandin û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê bivê nevê girtî ketine parastinê. Gotin ku van polîtîkayên wan ên zordar teqez qebûl nakin. Xwişka min got ku dema tiştekî biçûk jî çêdibe derbarê wan de lêpirsînan vedikin û cezayê dîsîplînê didin wan. Tevî ev rewş ji midurê yekemîn û duyemîn ên girtîgehê re parvekirine jî bersiv negirtine û rêveberî zextê li wan dike.”   Başkale, bi lêv kir ku weke malbat ew bi xwe jî ji vê rewşê aciz in, van zextan qebûl nakin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.