Jinên Cizîrî: Dewlet, bi cezayên sivik re tecawizkaran xelat dike 2022-03-13 11:56:08   ŞIRNEX - Nûnerê Egîtîm Bîr-Senê Burak Ercan li Cizîrê tacîza zayendî li zêdetirî 40 xwendekaran kiribû. Tevî vê yekê jî dadgehê 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li tacîzkar Ercan birî. Jinan bertek nîşan dan û diyar kirin ku ev nêzikatî “polîtîkaya şerê taybet a dewletê” ye û bi vî rengî jî tacîzkar û tecawizkar tên xelatkirin.   Cîgirê Midûrê Dibistana Amadehî ya Anadoluyê û Nûnerê Egîtîm Bîr-Senê Burak Ercan, di sala 2019’an de li Cizîr a Şirnexê tacîza zayendî li zêdetirî 40 xwendekaran kir. Derheqê tacîzkar Ercan de doz hatibû vekirin û dadgehê bi hinceta “îstîsmarkirina sivik”, 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê da. Jinan bertek nîşanî vê biryarê dan û diyar kirin ku nêzikatiya dadgehê, parçeyeke şerê taybet ê dewletê ye.    'PARÇEYEKE ŞERÊ TAYBET E’   Têkildarî mijarê, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr anî ziman ku kiryarên bi vî rengî parçeyeke şerê taybet ê dewletê ye û wiha domand: “Biryara xwe li gorî daxwaza îstîsmarkarî dan. Anku ev kes hat xelatkirin. Parçeyeke şerê desthilatiyê yê li dijî kurdan e. Dixwazin ku di çarçoveya şerê taybet de, bi destê van hêzên tarî dixwazin mirovan bixin, exlaqê civakê têk bibin û gel dejenere bikin. Em dikarin bi sedan mînakên tacîz û destdirêjiyên komî yên bi vî rengî bidin ku bi destê derdorên biûnîforma tên kirin.”    'HINEK KESAN FAÎL XELAS KIRIN’   Di berdewamê de Îmîr anî ziman ku faîl, ji bo zarokan talûkeyeke û wiha domand: “Li gelek qadên cuda li dijî vê rewşê bertek hatin nîşandan. Me xist rojeva meclisê jî. Lê ev kes bi saya hinek kesan tê xelaskirin. Egîtîm Bîr-Senê bi xwe jî bûyer veşart û kesên bertek nîşan didan jî bi sûcdariya ‘propagandaya rêxistinê’ tawanbar kirin. Di nava vê îstîsmarê de her wiha bûyereke tecawizê jî heye. Lê vê malbatê gilî nekir. Hinek malbatan jî xwe bêdeng kir. Pêşeroja 40 jinên ciwan hate tunekirin û nekarîn dibistana xwe bidomînin. Hem malbatan û hem jî vî kesî gef li wan xwarin û ev keç ji civakê hatin dûrxistin. Heke ev bûyer li bajarekî rojava pêk bihata, dê Burak Ercan ji mamostetiya bihata avêtin. Lê ew bi ku de diçe bila biçe em jin dê li hemberî wî bitêkoşîn.”    'ÊDÎ BAWERIYA KESEKÎ BI EDALETÊ NAYÊ’   Sekretera Şaxa Sendîqeya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Şirnexê Serap Ok jî da zanîn ku ji ber dirêjajotina pêvajoya dozê, gelek mexdûran îfadeyên xwe paşve kişandine û wiha pê de çû: “Baweriya zarokan a bi edaletê nema. Ji bo ku faîl bi cezayekî herî giran bê cezakirin, em ê dozê bişopînin. Em ê her tim li cem zarokên xwe bin û vê dozê bişopînin. Em ê nehêlin kesek pêşeroja me qirêjî bike.”   MÎNAKÊN MÎNA HEV HATIN VEŞARTIN   Der barê mijarê de Hevseroka HDP’a Cizîrê Zîlan Ecevît jî axivî û got ku li heman dibistanê bi dehan bûyerên heman rengî qewimî ne. Ecevît, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min di sala 2008’an de li wê dibistanê xwend. Hêj di serî de bûyera tacîza midûran kete rojevê. Ev bûyer kete rojeva çapemeniyê û haya hemû Cizîrê jê çêbû. Lê piştre bi awayekî bi ser bûyerê de girtin. Midûrê wê demê jî peywira xwe domand û piştre cihê wî hate guherandin. Li vê dibistanê bûyerên bi vî rengî her tim çêdibin. Divê lêkolînên baştir li vir bên kirin. Bi awayekî sîstematîk li dijî xwendekarên keç tê kirin. Weke jinên Cizîrê em ê cezayê li tacîzkar hatiye kirin qebûl nekin. Ji bo ku cezayekî girantir bigire, çi ji destê me bê em ê bikin. Ev biryar, wijdana gel diêşînin.”    FAÎL HATE XELATKIRIN    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Guler Tunç jî daxuyand ku dema mijar dibe kurd û jinên kurd, cezayên mîna xelatê li tacîzkar û tecawizkaran tên birîn û wiha bi dawî kir: “Çendek roj berê mînaka vê hate dîtin. Cizîr, bi berxwedanên xwe tê zanîn lewma jî bi vî rengî êriş ser çêdibin. Ev tiştekî jirêzê nîne. Ev, encama polîtîkaya necezakirinê ye. Di doza Îpek Er de jî xuya bû. Polîtîkaya ku bi salane li Cizîrê dimeşandin têk çû. Lewma jî şerê taybet xistin dewrê. Lê divê jin li hemberî van polîtîkayan dengê xwe bêhtir bilind bikin û xwe bêhtir birêxistin bikin. Tu polîtîkayên li vir hatine meşandin bi ser neketin û dê bi ser nekevin jî. Ji bo vê jî divê em têkoşîna xwe xurtir bikin.”    MA / Zeynep Dûrgût