Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê 2022-03-08 14:28:21 AMED - Jinên ku li Amedê, ji bo mitînga 8'ê Adarê diherikin Qada Stasyonê, bi kincên xwe yên rengîn azadiyê diqîrin.  Di çarçoveya pîrozkirinên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku bi rojan bû ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP'ê ve li bajarên bakurê Kurdistanê dihat pîrozkirin de li Qada Stasyonêmitîng tê lidarxistin.  Ji bo mitînga ku bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) bi şîara "Dem dema azadiya jinan e" tê lidarxistin ji gelek deverên bajaran jin hatin gelhev.     3 NUQTEYÊN KONTROLÊ   Li avahiyên bilind ên dora qada mitîngê pollisên tîmên taybet hatine bicihkirin. Bi sedana polis û maşîneyên zirxî li ser hemû rêyên ku diçin qada mîtinê hatine bicihkirin. Jinên ku ji bo biçin qada mitîngê li 3 nuqteyên kontrolê hatin rawestandin. Piştî sekinandina 2 saetan polisan jinan berî qada mitîngê da.    QADA RENG RENGÎ YE   Li qada mitîngê pankartên "Girtiyên newxeş rûmeta me ne" , "Li dijî xîzankirin û dijminahiya li jinê em li qadan e" , "Ez kurd im, perwerdehiya bi kurdî daxwazim" û "Me berxwedana xwe ji Garîbe, israra xwe ji dayika Garîbe û kenê xwe ji Denîzê girt" hatin daleqandin. Her wiha ji bo balkişadina ser rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk jî pankarta "Bîra Aysel bîra me ye" hate daleqandin.    Her wiha ji bilî pankartan qada mitîngê bi flamayên reng rengî hat xemilandin û pankartê mezin ê li ser "Dem dema azadiya jinê ye" nivîsandin jî bi dika mitîngê ve hat kirin.    JIN BI RENGÊN XWE LI QADÊ NE   Jinan bi kincên xwe yên rengîn û flamayên bi rengên kesk, sor û zer ên li serê xwe girêdabûn li qada mitîngê cihê xwe girtin. Gelek jinan alên li ser wan "Jin, jiyan, azadî" nivîsandî û dovîzên ku bi wan balê dikişandin ser rewşa girtiyên nexweş hilgirtin. Bi zêdebûna jinan re ji qadê dengê tilîlî û dûrişmeya bilind bû.    MITÎNGÊ BI GOVENDÊ DEST PÊ KIR   Jinên ku destpêkê ketin qada mitîngê demeke dirêj stran gotin û li ber stranên ku gotin govend gerandin û dest bi mitîngê kirin.    'JIN DIAXIVIN'   Dema ku jin ketin qadê ji polisên ku ev hişyarî 'Guh bidin polis diaxive" li wan kirin re ev tişt gotin: "Guh bidin jin diaxivin".    KORTEYA DAYIKAN   Malbatên girtiyan ku 113 roj in Nobeta Edaletê digirin û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê korteja xwe ava kirin û wisa hatin qada mitîngê. Dayikan pankarta "Dem dema xwedî derketina li nirxan e " hilgirtin û stranên ku li ser îşkenceya zindana Amedê hatine nivîsandin gotin.    ASTENGIYA POLISAN    Jinên ku ji semta Ofîsê xwestin bi kortejê biçin qada mitîngê ji aliyê polisan ve hatin astengkirin. Jin li dijî vê derketin û xwestin ku polis hêza çevîk ji nuqteya kontrolê bên derxistin û bi dûrişmeyan astengiya li dijî xwe şermezar kirin. Ji hevdîtinên hatin kirin encam derneketin û polisan hin jinan binçav kirin. Lê jinên ku di daxwazên xwe de bi israr bûn polisan bi dûrişmeya "Ne ji jinan re ne kujeran re barîkat" şermezar kirin.    BAŞARAN: POLIS KRÎZ DERDIXIN   Israra jınên ku Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Avar Başar jî di nav de encam û weke kom ketin qadên. Başaran, li vir bertek nîşanî astengiya polisan da û got ku ew axaftvan e û astengiya polisan weke nêzikbûna jinan nirxand. Her wiha Başaran, da zanîn ku ne jinan polisan qrîz derxistiye.