Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê 2022-03-08 14:27:39   ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyayê, jinên ku bi cil û bergên rengîn li qada mîtingê li hev kom bûn, bi awayekî coş 8'Ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin.   Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, mitînga ku bi şîara "Dem dema azadiya jinan e" ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP'ê ve hat organîzekirin, li Qada Newrozê dest pê kir. Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, TJA, Meclisa Jinan a HDP'ê û bi sedan jin tevlî mîtîngê bûn. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên rengîn tevlî mîtîngê bûn, pankarta "Dem dema azadiya jinan e" vekirin û timik dûrişmeyên mîna "Jin jîyan azadî" , "Bijî berxwedana jinan" berz kirin.    Mitînga ku wê axaftin lê bên kirin, hunermend Xecê û Hediye û Koma Jinên Azad derkevin ser dikê û stranan bibêjin.