Ji bo JINNEWS'ê kampanyaya hashtagê 2022-03-07 13:17:16   AMED - Ji bo JINNEWS'ê ku bi şîara "Bi pênûsa jin di şopa heqîqetê de" hat avkirin, bi etîketa "#jinnewshakikatinizinde (jinnewsdişopaheqîqetêde)" li ser medya sanal wê xebata hashtagê bê kirin.    Bi munasebata 8'ê Adarê, wê îro saet di 15.00an de ji bo ajansa nûçeyan a jinan JINNEWS'ê ku bi şîara "Bi pênûsa jin di şopa heqîqetê de" di 25'ê îlona 2017'an de hat avkirin, bi etîketa "#jinnewshakikatinizinde (jinnewsdişopaheqîqetêde)" li ser twîtterê xebata hashtagê bê kirin. JINNEWS'ê ji bo ku nûçeyên wan zêdetir bigihîjin jinan banga piştgiriya hashtagê kir.