Bêyî ku guh li gotinên wekî 'dê mêr bêjin çi' bikin bênavber dinivîsin 2022-03-06 09:10:08   AMED - Rojnamevanên jin ku bêyî guh li gotinên wekî "wê mêr bêjin çi" dinivîsin, diyar kirin ku bi nûçevaniya xwe hem di çapemeniya muxalif, hem jî di çapemniya hewzê de guherîneke mezin afirandine.    Kevneşopiya Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ku di 8'ê Adara 2012'an de li dijî zimanê nêrza, zayendparêz, milîtarîst û nijadperest dest bi weşana xwe kiribû, niha ji aliyê gelek jinan vê tê domandin. JINHA ku li cîhanê tekane ajansa jinan bû û hemû xebatkarên wê jin bûn, di sala 2016'an de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hatibû girtin. Piştî girtina JINHA'yê rojnamevanên jin cardin dev ji têkoşîna xwe bernedabûn û bi navê Gazete Şûjin têkoşîna xwe domandibûn. Piştî Gazete Şûjin di 25'ê Tebaxa 2017'an de hatibû girtin, vê carê jinan di 25'ê Îlona 2017'an de JinNewsê ava kiribûn. Her wiha rojnamevanên jin piştî avakirina JinNewsê, bi navê Jin TV qenalek jî aava kiribûn.    Derya Ceylan ku berê di JINHA'yê de dixebitî û niha di JinNewsê de edîtoriyê dike û Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Ayşe Guney, behsa têkoşîna rojnamevanên jin kirin.    KEVNEÇOPIYA JINHAYÊ   Ceylan, diyar kir ku ji ber ku zimanê çapemeniya nêrza jinan hedef digirt û tahdeya bi destê mêran tê kirin rewa dikir, JINHA'yê ava kirine û JINHA di heman demê de di têkoşîna jinê de xwedî cihekî girîng e. Ceylan got: "Di serî de hewl da bibe dengê jinên kurd û bi giştî jî jinêN Rojhilata Navîn û cîhanê. Bi saya vê hêzê xwe birêxistin kir û li hemberî çapemeniya nêrza, zimanekî alternatîf afirand."    Ceylan, bilêv kir ku JINHA'yê û yên li pey wê, zimanê çapemeniya berbelav bi awayekî qismî û zimanê çapemeniya muxalif jî bi temamî guherandiye û sedema girtina wê jî ev guherîn û veguherandina afirand bi xwe ye. Ceylan, diyar kir ku JINHA bi girtinê jî bêdeng nebû û got: "Gava hat girtin, got 'em bêyî ku bifkirin dê mêr bêjin çi, em ê tim binivîsin.' Vê yekê bi Şûjin û JinNewsê domand. Em cardin jî dibêjin, 'bêyî ku em bêjin ê mêr çi bibêjin, em ê tim binivîsin.'"    ÇÎROKA NENIVÎSANDÎ: BERXWEDAN    Berdevka MKGP'ê û di heman demê de edîtora JinNewsê Ayşe Guney jî anî ziman ku jinên di JINHA'yê de cih girtin paşê rêya xwe bi Şûjin û JinNewsê domandin û got: "JINHA, niha di vê rêça heqîqetê de ji bo me dibêe nexşerê. Jin hem pêwendiyê bi hev re datînin, hem jî hev nas dikin. Em digihên dîroka jinê ya nenivîsandî, digihên paşeroja wê. Halê me yê berxwedanê qet nehat nivîsandin. Em di rûpelên sisêyan ên rojnameyan de wekî jinên ji aliyê mêrên xwe ve hatine kuştin hatin bibîranîn û nivîsandin. Em di nûçeyên 'namûsê' de hatin bicihkirin. Serketinên me, destkeftiyên me, berxwedanên me cih negirtin. Halbûkî em li dijî dewleta mêr, hem jî li dijî feraseta nêrza têkoşînên mezin rû didin. Ev têkoşîn qet nehatin nivîsandin. Jin, dev ji doza xwe ya ji bo azadiyê û têkoşînê bernedan."    TEVGERÊN JINAN   Guney, destnîşan kir ku rojnamevaniya jinan piştî JINHA'yê pêşvetir çûye. Guney, li welatên ku tevgerên feminîst di warê akademiyê û entelektueliyê de pêşketî, rûdana rojnamevaniya jinan û ji aliyê tevgera kurd ve şikligirtina wê ne rasthatinî ye. Guney, anî ziman ku li vê erdnîgariyê jin xwedî kedeke mezin in û got: "Jin, li vê axê çêbûn û mezin bûn. Her wiha li vê xakê winda kirin. Lewma Rojhilata Navîn, Mezopotamya axeke ku heqîqeta me lê winda bûye û em lê digerin. Lewma ne rasthatinî ye ku JINHA encama vê mîrateya me be. Li vê axê çêbû, lê xwe bi hemû tevgerên jinan xwedî kir."    Guney, behsa zor û zehmetiyên ku ew li qadê bi wan re rû bi rû dimînin jî kir û destnîşan kir ku lê tevî hemû zor û zehmetiyan jî îmze danîne bin gelek nûçeyên girîng û got: "Li gel nûçeyên girîng, me xwe da qebûlkirin jî. Niha ji nûçegihanên mêr bêtir, nûçegihanên jin tên tercîhkirin. Êdî telefonî me dikin û dibêjin, 'Gelo em tiştekî wiha binivîsîn dê şaş be?' Me bi têkoşîna xwe zimanê çapemeniya hewzê jî guherand. Ger hûn bipirsin samîmî ne? Helbet na. Ji lew re mecbûr man."