Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin 2022-03-03 09:21:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên êzdî ku li Şengalê dest bi xebatên xwe yên 8'ê Adarê kirine gotin: "Em ê di 8'ê Adarê de azadiya birêz Ocalan daxwaz bikin."   Li seranserî cîhanê xebatên jinan ê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest pê kirin. Jin wê îsal jî hem li dijî tundî, tecawiz û tacîzê û hem jî ji bo azadiya xwe li qadan bin. Li Şengalê ku beriya qetlîama DAIŞ'ê, 8'ê Adar nedihat pîrozkirin, piştî rizgarkirina Şengalê jinan dest bi pîrozbahiyên 8'ê Adarê kir. Jinên êzdî dê îsal bi daxwaziya bi dawikirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya wî li qadan bin. Li Şengalê di L26'ê sibatê de starta 8'ê Adarê hatibû dayîn. Jin li taxan, gund û bajarokan bênavber xebatên xwe berdewam dikin. Jinên êzdî bang li hemû jinan kirin ku dakevin qadan û daxwaza azadiyê bilind bikin.      'EM XWE DIGIHÎNIN HER JINEKÎ'    Ji jinan Endama Meclisa Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ) Emşê Reşo, anî ziman ku pêdiviya jinan bi berxwedanê heye û ew jinên ezdî wê her rojekî vegûherînin 8'ê Adarê û wiha axivî: "Ez di serî de 8'ê Adarê li hemû jin û dayikan pîroz dikim. Beriya fermanê 8'ê Adarê ji aliyê jinên Êzidî ve nedihat pîrozkirin û bi tu awayî xebatek nedihat meşandin. Lê piştî fermanê guhertinên mezin çêbûn. Di her qadên civakî de jin cihê xwe digirin. Xebatên me bênavber berdewam dikin. Li ku derê jinek û dayikek hebe em xwe digihîninê. Em ji bo jiyaneke azad xwe digihînin jinan. Em bo ku jin azad bibin û çavên wan êdî li dinyayê vebin xebatên xwe didin meşandin. Jin axa xwe, derdora xwe û warê xwe diparêzin. Ji ber ku kesên ku parastina xwezayê û civakê dike em in. Divê em çavê xwe û guhên xwe vekin. Li ku derê jinek, dayikek hebe divê di 8'ê Adarê de li qadan bin."    'JIN ROLÊN CIVAKÎ QEBÛL NAKIN'   Endama TAJÊ Neam Şengalî jî diyar kir ku beriya niha hişmendiya ku hebûna jinan qebûl nedikir niha ji bo azadiya jinê tedikoşe û got: "Jin li ku derê bin divê 8'ê Adarê pîroz bikin. Çimkî 8'ê Adarê rojeke pîroz e. Ji ber wê jî pêwîste ku jin xwedî li wê rojê derbikevin. Em careke din neheqî û bindestiyê li ser xwe qebûl nakin. Heta niha jin her tim di bin desthilatdariya mêr de bûn û gelek neheqî li jinan hat kirin. Lê belê bi saya tekoşina ku jinan da, niha zilma li ser wan ne weke berê ye. Jin zana bûne û li berxwe didin. Jin êdî dikare her tiştekî bike. Çimkî êdî ew hêz û qeweta wê heye. Li vir jin gelek pêşketine. Tu tişt ne weke beriya fermanê ye. Beriya fermanê jin ji malê dernediketin. Tenê karê wan xizmeta zilam û xwedîkirina zarokan bû. Lê belê jin niha van rolên civakî ku li wan tê ferzkirin qebûl nakin û serî hildidin. Bi her awayî jin dikarin li ber xwe bidin û li hemberî vê hişmendiyê bisekinin."    WÊ AZADIYA OCALAN BIXWAZIN   Şengalî, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku piştî fermanê li gel avakirina Meclisên jinan, li herêmê azadiya jinan a ku tune dihat hesibandin niha ji nûve xwe birêxistin kiriye û wiha got: "Niha gelek ferq û cudahî di navbera beriya fermanê û niha de heye. Li Şengalê di vê hêlê de gelek xebatên pîroz hatin meşandin. Gelek meclisên nû hatin avakirin. Dema ku zilamek tundiyê li jinekî dike ev ji meclisên jinan re tê ragihandin û pirsgirêk bi vî awayî tê çareserkirin. Niha mêr nikare weke beriya fermanê neheqiyê li jinan bikin. Di berê de dema ku jinek heta sûkê jî diçû hevjînê wê yan destê wê dişikand û yan jî bi cureyeke din tundî lê dikir. Niha em gelek keyfxweşin ku li Şengalê Meclisên jinan hatine avakirin. Li Şengalê çi pirsgirêk çêbibe bi saya van meclisan tê çareserkirin. Mêran digot, 'Bila jin di nava civatê de rûnenin. Bila ji malê dernevekin'. Lê niha ne wisa ye. Ev jî bi saya birêz Ocalan çêbû. Em ê di 8'ê Adarê de azadiya birêz Ocalan daxwaz bikin."