Li Stenbolê amadekariyên ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin' didomin 2022-03-02 09:01:10 STENBOL - Jin dê bi pêşengiya Platforma Jinan a 8'ê Adarê li Kadikoyê li hev kom bibin û li dijî xizanî, tahde û kedxwariyê daxwazên xwe biqîrin.  Jin, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li çar hawirdorên cîhanê dadikevin qadan û daxwazên xwe diqîrin. Li Stenbolê jî dê jin bi pêşengiya Platforma Jinan a 8'ê Adarê di 6'ê Adarê de li Qada Rihtimê ya Kadikoyê "Hevdîtina Jinan a Mezin a 8'ê Adarê" li dar bixin. Dirûşmeya îsal wekî "Em li dijî xizanî, tahde û kedxwariyê têkoşînê bilind dikin, hêza me têra guherînê dike" hat diyarkirin.    Ji Platforma Jinan a 8'ê Adarê ya Stenbolê Şenay Kûmûz, behsa amadekariyên xwe yên ji bo 8'ê Adarê û daxwazên xwe yên îsal kirin.    DÊ DAXWAZÊN XXWE BIQÎRIN   Kûmûz, diyar kir ku di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji bo diyarkirina daxwazên xwe li Stenbolê civîn çêkirine û plansaziya sala bê nîqaş kirine. Kûmûz, bilêv kir ku dê daxwazên xwe bînin ziman û ji bo amadekariyan jî li deverên cuda yên Stenbolê belavok belav kirine û bi rêya platformên cuda bang li jinan kirine.    DI 6'Ê ADARÊ DE DÊ LI KADIKOYÊ BIN   Kûmûz, destnîşan kir ku wekî her salê îsal jî dê jin bi rengên xwe dakevin qadan û got: "Em ê îsal bi dirûşmeya 'Em li dijî xizanî, tahde û kedxwariyê têkoşînê bilind dikin, hêza me têra guherînê dike' li hev kom bibin. Sedema vê dirûşmeyê jî zêdebûna xizaniyê, kuştina jinan, tahde û destdirêjiyê ye. Em ji vana re dibêjin êdî bes e."    JINÊN GIRTÎ   Kûmûz, bilêv kir ku dê di 8'ê Adara îsal de bal bikişînin ser rewşa jinên girtî jî û got: "Di şexsê Aysel Tûglûkê de li hemberî tevahiya girtiyên nexweş bêedaletiyek mezin heye. Bi raporên sixte nayên berdan. Lewma em ê di 8'ê Adara îsal de bi daxwazên xwe, ji bo parastina mafên xwe li kuçeyan bin."    DIJÎ XIZANIYA JINÊ   Kûmûz, bal kişand ser xizanbûna jinan a bi krîza aborî re her diçe zêdetir dibe û li ser berxwedana jinên di fabrîkeyan de dixebitin û çalakiyên karkeran sekinî. Kûmûz got: "Hê jî berxwedana wan didome. Dê karker daxwazên xwe bînin ziman. Em ê li dijî cihêkariyê jî li qadan bin."    PEYMANA STENBOLÊ   Kûmûz, destnîşan kir ku Peymana stenbolê ji bo jinan destkeftiyek pir girîng bû. Kûmûz, bilêv kir ku piştî peyman hatiye xespkirin tahdeya li hemberî jinan zêdetir bûye û got: "Lê em ê tu carî dev ji Peymana Stenbolê bernedin."    POLÎTÎKAYÊN BÊCEZATIYÊ   Kûmûz, bilêv kir ku ji bo pêşîlêgirtina cinayetên jinan tu gav nayên avêtin û kiryar bi destê darazê ve tên parastin. Kûmûz, diyar kir ku biryarên dadgehan mêran wêrek dikin û got: "Peymana Stenbolê, peymaneke ku jinan diparast. Piştî fesixkirina wê destkeftiyên jinan kêm bûn. Her wiha haya me ji êrişên li ser qanûna jimare 6284'an jî heye. Ev jî nîşan dide ku îqtidar mafên jinan tehemûl nake."    DIJÎ ŞER   Kûmûz, bal kişand ser şerê Rûsya û Ûkraynayê jî û destnîşan kir ku di hemû şeran de ên jiyana xwe ji dest didin jin û zarok in û got: "Li ku derê dibe bila bibe em li dijî şer in." Kûmûz, diyar kir ku li ser medyaya sanal bi gotinên zayendparêz ên ji bo jinên ûkraynayî û rûs re rû bi rû mane û got: "Em bernameyên dûr û dirêj ên têkildarî şer dibînin. Her wiha bi destê çapemeniyê tecawizkarên şer ên jinên ûkraynayî û rûs wekî xenmetê dihesibînin jî hene. Em jin em ê li dijî vê feraseta tirsnak bitêkoşin. Em ê li dijî vî zimanî dakevin kuçeyan. Em jin em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya li dijî vî zimanê nêrza bernedin."    VEXWANDIN   Kûmûz, anî ziman ku di 8'ê Adarê de dê li dijî feraseta desthilatdar li qadan bin û bang li hemû jinan kir ku di 8'ê Adarê de li Kadikoyê bin.    MA/ Esra Solîn Dal