Ji TJA'yê bi quşxane-taweyan çalakiya dengderxistinê 2022-02-24 21:34:26   STENBOL - Aktivîstên TJA'yê bi boneya 8'ê Adarê ji bo balê bikişîne ser xizanbûna jinan û krîza aborî, li bazarê bi quşxane û tawaeyan çalakiya dengderxistinê li dar xist.    Tevgera Jinên Azad, li Stenbolê dest bi çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kir. Aktivîstên TJA'yê di vê çarçoveyê de li navçeya Bagcilar a Stenbolê çûn bazara gel û ji bo balê bikişînin ser xizaniya jinan û krîza aborî bi quşxane û taweyan çalakiyeke dengderxistinê li dar xist.    ‘EM ZEMAN QEBÛL NAKIN'   Jinên ku tevî quşxane û taweyan çûn bazarê bertek nîşanî xizaniyê dan. Jinan got: "Ew li qesrê dijîn, hesabê fatûreyan nakin. Hesabê nanekî nakin, ji bo nan nakevin dorê, meraqeke wan a ku dê zarokên wan çawa debara xwe bikin tune ye. Em vê zilmê qebûl nakin. Ji me re dibêjin bi yê di destê xwe de îdare bikin. Em jin, em ê vê pergalê biguherînin. Quşxane vala ne. Hûn nikarin ji feqîran bistînin û bidin zengîan. Jin vê yekê qebûl nakin."    BANGAWAZÎ   Her wiha jinan ji bo "Hevdîtina Jinan a Mezin" ku dê di 6'ê Adarê de li Rihtim a Kadikoyê bê lidarxistin bang li jinan kirin.