Bernameya 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê eşkere bû 2022-02-24 11:33:00   ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê wê 28'ê Sibatê li Îzmîrê dest bi çalakiyên 8'ê Adarê bike. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê wê li 38 navendan gelek çalakî bên lidarxistin.    Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bernameya çalakiyan a 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere kir. Bi dirûşma "Em ê bi hev re biguherînin, niha dema jinan e" wê 28'ê Sibatê li Îzmîrê çalakiyên 8'ê Adarê dest pê bikin û li 6 herêman wê li 38 navendan gelek çalakî bên lidarxistin.   Bernameya çalakiyên 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê wiha ye:   EDENE   "27'ê Sibatê: Li navçeya Seyhanê wê bernameya dengbêjan hebe. 1'ê Adarê: Li avahiya bajêr a Edeneyê bi civîneke çapemeniyê çalakiyên 8'ê Adarê dest pê bikin. Qert wê ji jinên girtî re bêne şandin. 2'ê Adarê: Tevî TJA'yê wê li navçeya Ceyhanê şahiya jinan pêk were. 3'ê Adarê: Bi beşdariya Tulay Hatîmogûllari wê pirtûka Rengê Mor ê Siyaseta Kurd bê îmzekirin. 5'ê Adarê: Li pêşiya girtîgeha Tarsûsê daxuyaniyek bê dayin. 6'ê Adarê: Ji Pirta Kasim Gulek heta qada Stasyonê meş û mitîng. 8'ê Adarê: Li navenda Edeneyê saet di 18:00 de meş bê lidarxistin.   MERSÎN   1'ê Adarê: Daxuyaniyek çapemeniyê bê dayin. 3'ê Adarê: Li navçeya Akdenîzê şahiya jinan were lidarxfistin. 4'ê Adarê: Li navçeya Tarsûsê karkerên çandiniyê bê ziyaretkirin. 6'ê Adarê: Bi Platforma Jinê ya Mersînê şahî were lidarxistin. 7'ê Adarê. Li navçeya Toroslarê şahiya dengbêjan. 8'ê Adarê: Li Koşûmatoyê ber bi Parka Ozgecan Aslan bi Platforma Jinan a Mersînê re meş bê lidarxistin. Qert ji girtîgehan re bên şandin.   OSMANIYE   7'ê Adarê: Li navenda Osmaniyeyê li avahiya navçeya navendî şahî pêk were.   HATAY   26'ê Sibatê: Li navçeya Erzînê hevdîtina bi jinên kedkar ên pirtiqalan kom dikin. 8'ê Adarê: Li Hatayê mîtîng were lidarxistin.   AMED   1'ê Adarê: Bi kincên neteweyî ji ber Mizgefta Mezin ber bi PTT'ê meş û şandina qertan ji bo jinên girtî. 2'ê Adarê: Bi pêşengiya saziya ziman şahî. 2'ê Adarê: Li navçeya Peyasê serdana atolyeyên tekstîlê li taxa Hûzûrevlerî. Ji 1 heta 7'ê Adarê li navçeya Peyasê serdana bazarê. Li navçeya Hênê kombûna jinê. 3'ê Adarê: Li Çinarê kombûna jinan. Nîşandana fîlm li navçeya Baglarê. Li Şehîtlîkê şahiya jinan. 4'ê Adarê: Li bazarê belavok bê belavkirin. Li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê şahî bê lidarxistin. Lİ Farqînê meşa bi kincên gelêrî û belavkirina qurnefîlan li jinan. 5'ê Adarê: Li pêşiya avahiya navçeya Yenîşehîrê belavok bê belavkirin. Li navçeya Baglarê kombûna bi jinên li gundan. Li navçeya Peyasê meş. 6'ê Adarê: Li navçeya Bismilê şahiya jinan. Li navçeya Hênê kombûna bi jinên li gundê Belenê. 7'ê Adarê: Li gundê Sergen ê navçeya Hênê kombûna jinan. 8'ê Adarê: TJA, KESK; Rosa Jin, DÎSK, TMMOB, OHD Û DAKP li qada Stasyonê wê mîtîngê lidar bixin.   ÊLIH   1'ê Adarê: Li navçeya Hezoyê şahî: Hefteyekê wê li ber girtîgehan daxuyanî bê dayin. Jinên dengbêj şevbêrkê pêk bînin. Li çend deverên bajêr kursiyên serbest bêne danîn. 8'ê Adarê: Fînala çalakiyên 8'ê Adarê wê li Parka 8'ê Adarê bi mîtîngê bê dayin.   MÊRDÎN   1'ê Adarê: Li navçeyên Qoser, Artûklû, Nisêbîn, Dêrik, Şemrez, Kerboran, Mîdyat, Stewir, Mehsertê serdana xizmên girtiyan bê kirin. 2'ê Adarê: Li gundê Qursê yê navçeya Qoserê şahiya dengbêjan. 3'ê Adarê: Li navçeya Artûklûyê şahiya helbest, stran û muzîkê. 5'ê Adarê: Hevpeyvîna bi nivîskarên jin re. 6'ê Adarê: Stewr/Avînayê hevdîtina jinê. 8'ê Adarê: Li navçeya Nisêbînê şahiya jinan.   ŞIRNEX   1'ê Adarê: Li Şirnexê şahî. 2'ê Adarê: Li Basayê serdana bazarê, li bajarokê Findikê hevdîtina bi jinan re. 3'ê Adarê: Li Hezexê çalakiya xeleka mor a têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan. 4'ê Adarê: Li Elkê hevdîtina jinan. Şandina qertên piştevaniyê bi jinên girtî re. 6'ê Adarê: Li navçeya Cizîrê meşa ji bo zimanê dayikê. 7'ê Adarê: Li navçeya Silopiyayê serdana dikandarên jin. 8'ê Adarê: Li navçeya Silopiyayê li qada Newrozê mîtînga 8'ê Adarê.   SEMSÛR   1'ê Adarê: Li bajarokê Balyanê û gundên derdorê serdana jinên li gundan. 2'ê Adarê: Li bajarokê Bûlamê û gundên derdorê kombûna jinan. 3'ê Adarê: Li bajarokê Komurê û gundên derdorê serdana jinan. 4'ê Adarê: Li navçeya Kehtayê serdana dikandarên jin her wiha wê gora Medîne Memî bê ziyaretkirin. 5'ê Adarê: Li navçeya Besnî serdana jinên dikandar. 7'ê Adarê: Li navçeya Samsatê û gundan serdana malan. 8'ê Adarê Li navendê serdana dikandaran, malbatan û febrîqeya testîlê.   MELETÎ   6'ê Adarê: Li navçeya Yazihanê şahiya jinan. 5'ê Adarê: Panel. 8'ê Adarê: Daxuyaniya çapemeniyê.   ÇEWLIK   1-2'ê Adarê: Serdana jinên kedkar, dikandar û tesktîlê. 4'ê Adarê: Wê ji jinên girtî re qert bêne şandin. 5-6'ê Adarê: Li navçeyan û taxan kombûna jinan. 8'ê Adarê: Piştî meşa li bajêr sînevîzyon bê nîşandan.   SÊRT   1'ê Adarê: Li navçeya Misricê di şexsê Garîbe Gezer, Denîz Poyraz û Gulîstan Dokû de bi wêneyên jinan ên hatin qetilkirin 8'ê Adarê dest pê bike. 2'ê Adarê: Qert wê ji jinên girtî re bêne şandin. 4'ê Adarê: Li navçeya Baykanê li bajarokê Comanî wê meşa xwezayê pêk were. 5-6-7'ê Adarê: Li karkerên çandinî û tekstîlê, li dikandaran belavok bêne belavkirin. 8'ê Adarê: li navenda Sêrtê wê şahî bê lidarxistin.   DÎLOK   Wê serdana Emîne Şenyaşar bê kirin. 6'ê Adarê: Li avahiya bajarê Rihayê şahî pêk were. 8'ê Adarê: Li qada bajêr meşa bi meşaleyan were lidarxistin.   RIHA   1'ê Adarê: Li hemû navçeyan bi beşdariya girseyî daxuyaniyên çapemeniyê bêne dayin. 2'ê Adarê: Kombûna jinan. 3'ê Adarê: Li navçeya Xelfetiyê şahiya jinan. 4'ê Adarê: Qert ji jinên girtî re bêne şandin. 6'ê Adarê: Li navenda Rihayê şahiya jinan bê lidarxistin. 8'ê Adarê: Serdana Emîne Şenyaşar bê kirin.   DERSIM   1'ê Adarê: Bi beşdariya hmû navçeyan daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî bê dayin. 8'ê Adarê: Li qada Seyîd Riza mîtînga mezin a jinan were lidarxistin.   ÎZMÎR   28'ê Sibatê: Ji ber OSYM a Alsancakê heta Turkan Saylanê meş bê lidarxistin. Çalakî wê diyarî Denîz Poyraz bê kirin. 8'ê Adarê: Wê li meşa şevê ya femînîst tevlîbûn bê kirin.   ANTALYA   3'ê Adarê: Daxuyanî bê dayin. 4'ê Adarê: Li ber PTT'ê daxuyanî bê dayin û qert ji girtiyan re bêne şandin. 6'ê Adarê: Ji Parka Gulluk Aydinkanza heta qada Cûmhûriyetê meş û mîtîng bê lidarxistin. Li Uçkapilarê li meşa şevê ya femînîst tevlîbûn bê kirin.   AYDIN   1-2'ê Adarê: Li navçeya Sokeyê bi tevlîbûna dengbêjên jin şahî bê lidarxistin. 3'ê Adarê: Li navçeya Koşkê li pêşiya Febrîqeya Încîrê daxuyanî bê dayin. 5'ê Adarê: Li navçeya Germencîkê kombûna jinan. 6'ê Adarê: Li navçeya Încîrlîovayê, kombûna jinan. 7'ê Adarê: Li navçeya Dîdîmê panela jinan.   MÛGLA   2'ê Adarê: Li Bodrûmê qert wê ji girtiyên jin re bêne şandin. 4'ê Adarê: Li navçeya Bodrûmê li avahiya HDP'ê hevpeyvîna bi sernavê "Ji rabirdûyê heta niha têkoşîna jinan" bê lidarxistin. 5'ê Adarê: Li navçeya Mîlasê, li bazara Akkentê şahiya jinan.   DENÎZLÎ   6'ê Adarê: Li navçeya Merkezefendî şahiya jinan. 6'ê Adarê: Li qada Candoganê daxuyaniya çapemeniyê. Ji Parka Candoganê heta ber Şaredariya Denîzliyê meş.   MANÎSA   5'ê Adarê: Li navçeya Yûnûsemre şahî.   COLEMÊRG   1'ê Adarê: Li navenda Colemêrgê wê çalakiyên 8'ê Adarê destpê bikin. 2'ê Adarê: Li Geverê, daxuyanî bê dayin û qert ji girtiyên jin re bê şandin. 3'ê Adarê: Li Çelê kombûna jinan. 5'ê Adarê: Li Geverê şahiya jinan. 8'ê Adarê: Li navenda Colemêrgê şahiya jinan.   WAN   27'ê Sibatê: Li navçeya Tûşbayê wê fîm bê nîşandan. Civîneke gel bê lidarxistin. 28'ê Sibatê: Li navçeya Payîzavayê kombûna jinan. 1'ê Adarê: Li navenda Wanê li kolana Hunerê bi beşdariya girseyî bi kincên gelêrî wê çalakiyên 8'ê Adarê dest pê bikin. 2'ê Adarê: Li navçeya Artemêtanê kombûna jinan. 3'ê Adarê: Li navçeyên Tûşba û Çaldiranê kombûna jinan. 4'ê Adarê: Li navçeya Erdîşê kombûna jinan. 5'ê Adarê: Li navenda Wanê li pêşiya girtîgehan wê qert ji jinên girtî re bêne şandin. 7'ê Adarê: Li navenda Wanê ji bo mîtînga 8'ê Adarê wê belavok û qurnefîl bêne belavkirin. 8'ê Adarê: Bi TJA'yê re wê li Parka Mûsa Anter mîtîng were lidarxistin.   MÛŞ   28'ê Sibatê: Li navçeya Kopê kombûna jinan. 1'ê Adarê: Qert wê ji jinên girtî re bêne şandin, bi vî rengî çalakiyên 8'ê Adarê dest pê bikin. 8'ê Adarê: Li navçeya Malazgîrtê wê kombûna jinan pêk were. 4'ê Adarê: Li navçeya Gimgimê kombûna jinan. 8'ê Adarê: li navenda Mûşê şahiya jinan.   AGIRÎ   1'ê Adarê: Li navenda Agiriyê qert ji jinên girtî re bêne şandin. 4'ê Adarê: Li navçeya Patnosê serdana dikandar û jinên li karê testîlê dixebitin bê kirin, qurnefîl bêne belavkirin. 5'ê Adarê: Li navçeya Bazîdê kombûna jinan. 6'ê Adarê: Li navçeya Patnosê kombûna jinan û vekirina navenda piştevaniya jinê. 7'ê Adarê: Li navenda Agiriyê serdana dikandaran û belavkirina qurnefîlan. 8'ê Adarê: Li avahiya HDP'ê ya Agiriyê wê şahiya jinan bê lidarxistin.   ÎDIR   8'ê Adarê: Li avahiya HDP'ê ya Îdirê wê şahiya jinan bê lidarxistin.   QERS   9'ê Adarê: Li avahiya HDP'ê ya Qersê kombûna jinan.   BEDLÎS   1-5'ê Adarê: Li navenda Bedlîsê û navçeyên wê kombûna jinan. Qert ji girtiyên jin re wê bê şandin. Serdana dikandarên jin wê bê kirin. 6'ê Adarê: Li avahiya HDP'ê ya Bedlîsê şahiya jinan wê were lidarxistin. 8'ê Adarê: Li navenda Bedlîsê wê qurnefîl li jinan bê belavkirin.   ENQERE   28'ê Sibatê: Li avahiya HDP'ê ya Enqereyê daxuyaniya çapemeniyê. 2'ê Adarê: Meclîsa Jinê ya Bajêr a Enqereyê wê li salonê şahiyê lidar bixe. 6'ê Adarê: Li Qada Tandoganê mîtînga 8'ê Adarê. 8'ê Adarê: Ji ber Bîrdariya Madencî heta kolana Sakaryayê wê tevlîbûn li meşa şevê ya femînîst bê kirin.   ESKÎŞEHÎR   2'ê Adarê: Daxuyaniya çapemeniyê. 4'ê Adarê: Li taxa Yildiztepe wê belavok bên belavkirin, afîş bên daliqandin û êvarê civîna malê bê lidarxistin. 4-7'ê Adarê: Li navçeya Mahmûdiyeyê li taxa Îsmetpaşa wê serdana malan bê kirin, kulîlk bêne belavkirin. 8'ê Adarê: Li deriyê Espark Baglarê meş û mîtîng bê lidarxistin.   KONYA   5'ê Adarê: Li navenda Konyayê bi beşdariya jinên KESK, TÎP û KHK'î wê kombûn pêk were. 6'ê Adarê: Li navçeya Cîhanbeyliyê çalakiya 8'ê Adarê.   STENBOL   25'ê Sibatê: Li Haci Ahmet a Stenbolê li ser mijara jinê û xizaniyê çalakî bê lidarxistin. 28'ê Sibaetê: Li navçeya Sûltanbeyliyê çalakî, li navçeya Esenyûrtê serdana jinên kedkar û belavkirina qurnefîlan. 3'ê Adarê: Li navçeya Uskudarê wê fîlm bê nîşandan. 4'ê Adarê: Li navçeya Başakşehîrê kombûna jinan. 5'ê Adarê: Li navçeya Beylîkduzu şahiya jinan li salonê. 5'ê Adarê: Li navçeya Kagithaneyê li qada Nûrtepeyê pêşandana şanoyê. 6'ê Adarê: Li Kadikoy Rihtimê meş û kombûna jinan. 8'ê Adarê: Li bendergeha Uskudarê balon bê firandin. Li Taksîmê tevlîbûn li meşa şevê ya femînîst bê kirin.   BALIKESÎR   5'ê Adarê: Bi Platforma Jinê ya Balikesîrê çalakî bê lidarxistin.   ÇANAKKALE   6'ê Adarê: Li navçeya Gelîbolû kombûna jinan.   TEKÎRDAG, EDÎRNE, KIRKLARELÎ   6'ê Adarê: Li Tekîrdagê wê daxuyanî bê dayin û şahiya jinan bê lidarxistin.   BÛRSA   24'ê Sibatê: Name wê ji jinên li girtîgehan re bêne şandin. 5'ê Adarê: Ji bo 8'ê Adarê belavokên bangawaziyê bên belavkirin. 7'ê Adarê: Serdana jinên li atolyeyên tekstîlê dixebitin bê kirin û qurnefîl bê belavkirin. 8'ê Adarê: Li navçeya Înegolê wê kombûna jinan hebe. Li navenda Bûrsayê ji Fomarayê heta qada Kentê meş bê lidarxistin."