'Em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiva êrişan bidin' 2022-02-23 09:00:53 WAN - Jinan destnîşan kir ku sedema tahdeya li jinan tê kirin polîtîkayên desthilata AKP'ê ne û gotin dê bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiva êrişan bidin.  Jinan ji niha ve dest bi amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kirine. Li Wanê jin, li ser sedemên tahdeya li jinan tê kirin û pêşîlêgirtina tahdeyê axivîn.    'DIVÊ HIKÛMET BIGUHERE'   Edanûr Kûş, anî ziman ku li seranserê cîhanê mafên jinan tên binpêkirin û li Tirkiyeyê jî "qirkirina jinan" gihaştiye asta herî jor. Kûş, destnîşan kir ku ji bo pêşîlêgirtina tahdeya li jinan tê kirin divê fesixkirina Peymana Stenbolê bê betalkirin.    Kûş, bilêv kir ku di dema desthilata AKP'ê de mirina jinan zêde bûye û xwest hikûmet biguhere.    'EM BI HER CURE TAHDEYÊ RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN   Sîdar Temîzaltin jî destnîşan kir ku ew jin li hemberî hemû tahdeyan e. Temîzaltin, destnîşan kir ku destkeftiyên jinan bi êrişan re rû bi rû ne û got: "Li welatê me 8'ê Adarê tê pîrozkirin, lê ji bo baş bê pîrozkirin divê destkeftiyên jinan di dest jinan de bin."    POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ'   Cansel Şenay jî diyar kir ku di sûcên li hemberî jinan de polîtîkaya bêcezatiyê tê pêkanîn û hiqûq tê rawestandin. Şenay got: "Em jin dixwazin kujerên jinan bi cezayên herî giran bên cezakirin."   Şenay, bilêv kir ku bi fesixkirina Peymana Stenbolê re jiyana jinan ber bi xetereyê ve çûye û got: "Li welêt edalet tune ye. Em dixwazin ev bêedaletî bê çareserkirin. Êdî gava em di rê de dimeşin jî em ditirsin. Ên vê sererast bikin jî jin bi xwe ne. Em jin bi hev re bi hêz in. Gava em bi hev re tevbigerin em ê karibin cîhanê biguherînin."    'KIRYAR DEWLET E'   Meryem Îmren jî bal kişand ser girîngiya têkoşînê ji bo mafên jinan. Îmren, destnîşan kir ku ew ê bi têkoşîneke rêxistinbûyî karibin bersiva êrişan bidin û got: "Bila êdî jin serî rakin, hêza xwe bikin yek. Ji lew re ev êriş bi rûniştaninê naqedin. Li hemû deverên cîhanê bi çavê koleyan li jinan tê nerîn. Li aliyekî dewlet, li aliyê din mêr dixwazin jinan ji jiyanê qut bikin. Karê jinan tenê ne karê malê û çêkirina zarokan e. Bi ser vê ferzkirinê re jî jinan qetil dikin. Sedema mirina jinan polîtîkayên xirab ên dewletê ne. Di sûcên li hemberî jinan de polîtîkaya bêcezatiyê tê pêkanîn. Dewlet tim kiryar diparêze. Em vê li dadgehan dibînin. Lê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."