Mîhrîcana Lîstikên Jinan dest pê dike 2022-02-14 10:33:37   ENQERE - Duyemîn Mîhrîcana Lîstikên Jinan wê di 15-19’ê Sibatê de were li dar xistin. Berpirsyarên ku mîhrîcanê amade dikin, diyar kirin ku armanca wan ewe ku ji eniya hunerê ve mijarên jinan ronî bikin.    Amadekariyên Mîhrîcana Lîstikên Jinan ku îsal cara dûyemîne dê were lidarxistin berdewam dikin. Festîvala ku Şanoya Hunerê ya Enqereyê dê li 3 bajarên cuda li dar bixe, bi mijara xwe ya jin û şanoyê li Tirkiyeyê yekemîn e. Mîhrîcan wê di navbera 15 û 19’ê Sibatê de li Enqereyê, di navbera 23-26’ê Sibatê li Konyaalti ya Antalyayê, di navbera 1-6’ê Adarê Bandirma û di navbera 23-27’ê Adarê jî li Ayvalika Balikesîrê were lidarxistin.    Di mîhrîcanê de wê 19 pêşandanên bi 8 lîstikên cuda werin nîşandan.    LISTÎKÊN LI ENQEREYÊ   Navên lîstikên ku li Eywana Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê wiha ne: “Di 15’ê Sibatê de Suzy Storck, di 16’ê Sibatê de Straneke Nû, di 17’ê Sibatê de 45 Saniye, di 18’ê Sibatê de Bila hevjînekî min ê qasî mêşê hebe bila li ser serê min be û di 19’ê Sibatê de Windakirina me ya biêş.”   XALA HEVPAR PIRSGIRÊKA JINÊ YE   Lîstikvan Melda Narîn Guler û dîrektorê mîhrîcanê Hasan Aldemîr derbarê mîhrîcanê de axivîn. Hasan Aldemîr diyar kir ku naverokên lîstikan ji hev cuda ne û wiha got: “Xala hevpar a lîstikan pirsgirêka jinan e. Armanca me ewe ku pirsgirêkên jinan di rojevê de bihêlin û ji eniya hunerê ve mijarên jinan ronî bikin.”   Ji lîstikvanan Melda Narîn Guler a bi lîstika 45 Saniyeyê dê di mîhrîdanê de cih bigire jî wiha got: “Di serê mijarên ku di roja me de neyên dîtin pirsgirêkên jinan e. Em hewl bidin di vê mîhrîcanê de ji van pirsgirêkan re bersivan bibînin.”   MA / Dîlan Akyol