Li Îranê 33 roj in agahî ji jinekê nayê girtin 2022-02-13 14:29:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku 33 roj in agahî ji Saba Sefidi ya li Tahranê hat binçavkirin û pişt re hat girtin, nayê girtin.    Saba Sefidi ya endama baweriya Bahai ya Îranê hatibû binçavkirin û pişt re ji aliyê Dadgeha Evîn ve hatibû girtin. Hat zanîn ku 33 roj in agahî ji Sefidi nayê girtin. Rêxistinên mafê mirovan diyar kirin ku ew ji aqûbeta Sefidi bi fikar in û sedema girtina wê jî nehatiye eşkerekirin.    Li gorî daneyên nefermî li Îranê ji 300 hezarî zêdetir welatî endamên baweriya Bahai hene.