Derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîs in! 2022-02-01 09:09:10 WAN - Li Wanê derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîsên îstixbaratê ne. Xebatkara hêwanê ya berê S.A., di îfadeya xwe de gotiye, polîsên şirîkê hêwanê tecawizî jinan kirine û fuhûş li wan ferz kirine.  Li Wanê Midûriyeta Polîsan a Bajêr di 21'ê Çileyê de di çarçoveya operasyona fuhûşê de avêtibûn ser hêwaneke masajê. Di operasyona fuhûşê de 2 jê peywirdarên cemaweriyê 6 kes hatibûn binçavkirin. Midûriyeta polîsan di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku di lêgerînê de ampûleke kamera tê de jî hatiye desteserkirin. Piştî daxuyaniya midûriyeta polîsan, derket holê ku 2 peywirdarên cemaweriyê yên hatine binçavkirin polîs in.    POLÎS ŞIRÎKÊ HÊWANA MASAJÊ BÛN   Jineke ku berê di hêwana masajê de dixebitî, di îfadeya xwe ya li midûriyeta polîsan de diyar kiriye ku 2 şirîkên hêwana masajê polîs bûne û beriya operasyon bê kirin bi operasyonê hesiyane û tevdîr girtine. Her wiha xebatkara hêwanê ya berê di îfadeya xwe de gotiye polîsan li hêwanê tecawizî xebatkarên jin kiriye û fuhûş li wan ferz kiriye. Jina bi navê S.A. di îfadeya xwe ya 19'ê Tebaxa 2019'an de ya li Midûriyeta Polîsan a Wanê, aniye ziman ku ji sedî 40'ê hêwanê ya polîs Îbrahîm Y. bûye û tiliya polîsên îstixbaratê jî di nav de heye.    Her wiha S.A.'yê di berdewama îfadeya xwe de aniye ziman ku polîs Îbrahîm Y. şirîkê cihekî din e jî û paya wî ji sedî 25 e.    DERBARÊ POLÎSAN DE   S.A. di dewama îfadeya xwe de ev tişt gotine: "Polîs Îbrahîm Y., berê di îstixbaratê de dixebitî. Li agahiyên kesên dihatin hêwanê mêze dikir. Niha di hêz çevîkê de ye. Pir tê hêwana masajê. Têkiliyeke wî ya zayendî bi jinên masoz re eye. Îbrahîm bi jinên masoz ên bi navê H.K. û T.A. re rabûye rûniştiye. Hevdîtinên xwe di koma whatsappê de dike. Heta min çend caran ji Îbrahîm re gotiye ev jin fuhûşê dikin û min peyam jî jê re şandin. Piştî min çend caran ev tişt li rûyê wî xistin, ez ji kar derxistim. Gef li min keçên masoz yên din xwarin û got, 'Ez ê nehêlim hûn li Wanê li tu hêwaneke masajê bixebitin.'"    POLÎSÊN ÎSTIXBARATÊ   S.A. di îfadeya xwe de gotiye hin polîsên din jî di nav vê fuhûşê de ne. S.A., di îfadeya xwe de bilêv kiriye ku li Wanê polîs Serdar û Volkan P. ên di îstixbaratê de jî hevalên nêz ên polîs Îbrahîm Y. ne û ji ber vê tim tên cihên fuhûş lê tê kirin. S.A. gotiye: "Têkiliyeke zayendî ya Serdar bi keçên masoz re heye. Ji ber ku di îstixbaratê de dixebite, li agahiyên mişteriyan mêze dikir. Hevdîtinên xwe di komeke whatsappê de dike."    S.A., di îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku polîs Volkan P. jî wekî mişterî hatiye hêwana masajê û bi gefa dê wan ji kar derxe tecawizî xebatkarên masoz kiriye.    Nehat hînbûn ku bê ka her sê polîsên navên wan hatine diyarkirin hatine girtin yan na, lê hat hînbûn ku şirîkên hêwana masajê E.B. û C.B. hatine girtin.    MA / Dîndar Karataş